A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Hewara Birînê
429 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Hewara Birînê

Qey dive di ber pişta her xeyala me de,
şurekî destik sor hebe?

Ev çend qirn in,
em hilgirên xewnên kiras zêrîn in,
bi biskên xwe yên badayî,
uçkên xwe yên girêdayî
gav bi gav na,
mirin bi mirin,
destên me li ser hewara birînê,
bi çemekî rewa ve dilezînin...

Dêhnê xwe bidiyê,
em li hêviyên kesk naşikînin,
wan yek bi yek,
wek sondeke nejibîrkirî,
bi stuyê beza xwe ya xezalî ve dijidînin...

Em dilên xwe yên tî
bi xeyalên xwe yê rubarî hênik dikin,
bêarê heyatê ne,
berxwe nakevin,
her carê,
li xeyalên xwe yên gulîstanî diterpilin...

Tişt nabe,
Bejna me qendîleke pêketî ye,
li vî kendalî,
bi giriyê dilobêjeke gundê çiyayî
û emrê pirpirîkê re dibuhure...

Dilo!
Ku nêrgiz vê berbangê li me nehilin,
û ezman bi rondikên xwe yên zelal,
li ser pelên spîndaran,
neynikeke zîvîn,
ji ruyê me yên qemer re çênekin...
loma neke,
Naxwe vîjdan,
dîlê kaniya helbesteke şaş e,
û bizane,
em di bin barana xwîna straneke kîndar de ne.
Li ser rihê zemên,
ji qedera me re,
ayetên hezar enfalan xwendine,

Na! qurbana te,
hibra jana xwe tevî suretê reşbîniyê neke,
noqî bîra radestiya mirinê nebe,
li ber şêmuka vî deriyê deryayê,
xwîna çiyê ji min qut neke...