A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Geliyê Tî
325 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Geliyê Tî

Wexta ku heyv qulibî
Kembera ji kevirên fîrûzeyan ji bejna çêm şemitî
Dilekî qrîstalî bi ser şevê de
Hêstir bi hêstir niqutî.

Rûyê şahmaranê li neynika şivanekî awiqî
Rihekî cawîdan, di nav pûlên masiyekê de,
li ser sifra paşayekî beriqî
jineke heft serî li ser tabloya nîgarkêşekê di xwînê de
û çîrok bi rûbarekî bêxem re
berevajî,
ber bi jibîrkirinê ve herikî.