A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Êvara Binevşî
466 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Êvara Binevşî

Di şaristaniyeke berîqonk de
Bajêr ser bi ser bi kendalekî de diguherîne
çima ku di êvareke Binevşî de şikestiye,
li ser girên bilind xwe fêrî firînê dike.

Da ku xwîna gulan ji bîr neke
Her şefeq xwê li ser birînê direşîne
Rihên eşqê di şevên Qendîlê de pêdixîne
û pora xwe ya ku bîna pelkên gwûzê jê tê
Li ber neynika çiyayekî şahîk dike...

Kes nizane bê ew û Kevok çi yên hev in,
Ku her sihar
ref bi ref
ji dengê wê dipengizin.