A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Dilop
595 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Dilop

şaneşîna havînê ji Hechecîkan re
zeman di şikeftan de yê rojîna,
destên zilmê li ser şeveqan bûn
û dîsa stûyê Kurdistan
li ber devê kêra bû,
dema dilop dilop
tu niqutî
sarinca dilê min.

çav ji bo girî
bejnên rihanî ji agir re
bûkên xemilandî yên şahê çiya
stran li ber şewatan bûn
gava tû mîna çil kaniyê Dêrsimê
herikî nav çîroka min...

Min divî tu dîsa
careke dî
bi bayê bakur re,
di êvarek zozanî de,
bi dengê bilûrê re,
di nav strana dengbêjekî serhedî de,
bi berxikan re
vegeriyaba
şevîna min...