A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Dengê Şîmşalê
309 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Dengê Şîmşalê

Piştî lehiyê pêlek li perava çîrokê dide
Dengê şîmşalê ji cezweyê qehwê tê
Zeriyek ji pêsîra xwe ya çapê dilekî bi çembilk
Ji dêvla fincanê li ser tepsiya zêrîn bi cî dike.

Wê qasek din tepsiyê li ber çelengên êlê bigerîne,
Zane ku kî destên xwe ber bi wê fincana sor î sosinî ve bibe
bi qupa pêşî ya qehwê re,
barê welatekî ku xezala li ber devê gur e
li xwe bar dike
û derî li mirina xwe û xwestiya xwe vebike.

Dibîne ku dilê wê zeriyê liyan e,
Li pey çingîniya şûran ber bi girê Leylanê ve diherike
Pêçiyên xwe yên zer î zeytûnî li Gola Xatunê
bi kula bendewariyê ve jibîr dike.

Bisk û kezî
Zilf û xalan di hewariya destanê de biêgir dixe
û dilobêjeke bi gulik û rêşîk ji delaliyê malê re
Têrî heft qiyametan bi awaz dike.

Keçik bi şîna vê zeriyê
Li qelaçekî dur bi edrê dikeve,
Piçek şima û kespikek jî nîn e ku bi eniya xwe ve bike.

Tiştek bi destên wê ve nayê.
Kulavê xwe yê dawî dide destê Edûlekê
Da ku di taya mirinê de
siwarê Gogerçînê di nav de bipêçe
û rihê xwe di laşê birînê de ber bi bê neêxîne.

Giyana xwe ya ji ber eşqeke kuştî mayî
Li binê konê Kîkan û Mîlan
Li ber tifika cezweyê qehwê
Wek berxika salê dimexelîne.

Fam dike wê tu caran bi ser xwe ve nebe
Hîna riya wê dûr
û birîna wê dilopekê li xwe kêm nake,
Hê ku siya dara Tu yê nedayî ser Kwînêra wê
Divê ji xwîna çîrokekê ber bi ya din ve koçemal bike.

Na, ew ber bi Edûlê jî nakeve
Ji dêvla ku ew ê li ser kêla miriyekê navekî erebî
û bûkek perik şikestî be,
minêkar e li ser deriyê Laleşa Nuranî
Mareke reş
û wekîla silava pîroz be…