A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Dengbêjekî Dilmayî
394 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Dengbêjekî Dilmayî

Niha,
Vê kêliyê ji bo wê,
Dibe ku wext yê “Stêrka şivanan” be,
Lehengekî dilkeçik
Ji ser çiyan ve diqevize
di riya Kadizê re derbas dibe
û li rastî awirên Binevşa bêriyê tê.

Axirî havîn e ,
dibe ku vê bîstikê,
Li şaneşîna qesreke bi stûnên Romayî hûnandî,
Dengbêjekî dilmayî,
Dile xwe di hawinekî zîvîn de dikute
û xwe li bejna yara ruqedîfeyî berdide.

Dibe ku di “dûrî” yê de
Tenê keviyeke tenha jî tune be.
Nexwe?
Ev beytik li vî kendalî çi dike?