A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Denê Şerabê
459 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Denê Şerabê

Di tengava gerdûnê de lavlavka bêrîkirinê
û destên şeva qutbê yên ji zembelîlkê
Li stûyê wê herbilî ne,
Razên wê di mêrgê de berxên li ber kêrê ne.

Xewna ku keçkaniya xwe tê de dilorîne
ne ji dara Gûhîjê ye,
Tilîkên wê yên ji tirhên dêliyan
Di geryana miştaxeyekê de rizyan e.

Dîsa jî deyndara pîreke deqandî ye,
Raperîna nifşekî di Denê şerabê de meyandiye
Xwe li heft qatên binê erdê çembil bi çembil neqişandiye.

Ma çi bike, ne ew keçika çîrokê ye
Zêrka Zêra hespek ji axa sor jê re çêkiriye
Nikare ji êgir sêwî bimîne
Loma ye parzemîna rojhilat wek hûteke heftserî
Li nava xwe dihewîne…

Baş e ku xwe li bihuştekê berze nekiriye,
Marekê neynika xwedê bi heriyê seyandiye
û ew di sêveke şîn de razandiye.

Rihê wê bi çûkan re ye,
Her êvar Teyrekî li qafê çiyê xwe pê ve gihandiye
Jixwe ne giyayê bêmirinê ,
lê libeke Hinarê bexşî wê kiriye,
Na ne ji tama sêvê û xwarina hinarê ye,
Wê ji berê de zanîbû ku bindestî eyba wê ye.