A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Kurd - Firokên Evîna Koçber
99 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Kurd - Firokên Evîna Koçber

çendî car … min gotinê ji dilan
firandin asîmanê te,
bi hêviya di himbêza te de
hêlîna xwe ava bikin
û di nav dil û hinav de
bi cî û war bibin …
lê di nalîn û hawarên birînê te de
winda bûn.
çendî car...gulolîkên hêsran
çavê min li ser canê te
bi şewat... barand.
Didîtin rewşa jiyana te
bi dilên xwîngirîn…
û lingên pûç !...
destên vala.. bêçar
li ser gewdakî pîrî bê can
bi tirsê girêdayî?!
didîtin şevên teyî tarî.. mijdayî !
Firokên te..
ji hêlînên xwe koçber dibin,
bi çavin qerimî..
hêsirên bê war.. tê de şaşmayî,
di xewna ewî gewdê pîr de
bi can bê..
mîna xêwekî..
rêyan di riwê mijê de bigire
û li ber firokên evîna teyî koçber
zelal bibe..
ta kulîlkên buhara te
ji geşbûna rengê xwe
jiyana te bi reng bike.
Rok û rûbar...
di bin siya asîmanê te de
himbêz bibin.
Berbanga zerîn
rengê xweyî azad...
li ser riwên gul û daran
helweşîne !
daku sibehên te
bi çîvçîva firokan.. des pê bibin !!!.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê