A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezra Pound - Balada Riya Tûyê
125 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezra Pound - Balada Riya Tûyê

Ro li qorziya başûrê rojhilat ê tiştan hiltê ye
Da ku li qesra bilind a Shin bike temaşe ye
(Yeke sorefît e) bi navê xwe Rafu keçeke wan heye,
Wê nav li xwe kiriye ‘Xêliya Melesî’ ye,
Lewma tûyan dide kurmhevrîşima ye.
Wan ji derdora dîwarê başûr ê bajêr berhev dike ye,
Bi bendên hêşîn dihûne firêtên zembîla xwe ye,
Porê xwe top dike, davêje ser aliyê çepê yê sûretê xwe ye.
Guharên wê çêbûne ji durrê ne,
Binkiraskê wê jî, hevrîşimê nexşê hêşîn e,
Dêreyê wê ji heman hevrîşimê rengê erxewanî ye,
Dema ku mêr derbas dibin, li Rafuyê dikin temaşe ye
Bar û piştiyên xwe datînin erdê ye,
Dadiwestin, badidin simbêlên xwe ye.

Ji têbîniyên Fenollosa, gelekî kevin
Ji Ingilîzî: Kawa Nemir
Helbestên din ên Helbestvanî/ê