A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezîz Xemcivîn - Zindana Piçûk
156 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezîz Xemcivîn - Zindana Piçûk

Zindana piçûk
ez bi gorî dengê bilbil im…
Ji dûr tê!
Ji dûr tê!
Zindana piçûk
ez bi gorî dengê Zînê me,
ji nalînê tê
bi hisretê re dilîze...
Li nêv sawîrê mijgûlan
bi çîvçîv e…
Zindana piçûk
wey li mala min zave be!
Li bin roniya pencera bilind,
min tûtûk anî û ji dest xwe berda
ew bûk,
ax ... ax ...
Zindana piçûk

ji Weşanên Êkitiya Nivîskarên Kurd-Duhok