A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezîz Xemcivîn - Zindana Biçûk
154 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezîz Xemcivîn - Zindana Biçûk

Zindana biçûk
ez bi gorî dengê bilbilim …
ji dûr tê …
ji dûr tê … !!
zindana biçûk
ez bi gorî dengê ZîNÊ me
ji nalînê tê ,
bi hisretê re dilîze
li nêv sawîrê mijgûlan
bi çîvçîve…
zindana biçûk
wey li mala min zave be !!?
li bin roniyaaaaaa
pencera bilind,
min tûtûk anî
û ji dest xwe berda
ew bûk ,
ax ax zindana biçûk

29/2/2000, Abû debî