A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezîz Xemcivîn - Vegeriyam
144 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezîz Xemcivîn - Vegeriyam

Vegeriyam,
buhar li şahiya şevînê vegeriya!

Vegeriyam,
bi hevdîtinê re
minminîk li ser kulîlkên kenê me civiyan!

Vegeriyam,
sîwana mazûvaniya dîlber
keleha aramiyê bû!

Dîsa çav bûn hevsî
diaxifin,
çîrok û pêkenokan ji hev re dibêjin.
Melevaniyê di bîranênên kevn û nû de dikin!

Vegeriyam,
roj bi min re vegeriya.
Firindeyên zimanan şiyar bûn.
Govenda gotinan li civanê me geriya!

Vegeriyam,
hilm li cîrazên hevûdu keliyan
û çikçikoyên awiran,
di bîbîkên çavan de beziyan.

Vegeriyam,
nêrgizên tiliyan
li baxê dastdanê rûgeş bûn.
Me cejna evînê di vê pêrgînê de pîroz kir!

Pîroz be,
hêlîna libendemayînê pîroz be.
Qulingê rêwî
bi firê negihişt!
Cîwar xaka dilê te ye,
pîroz be,
hemû werzan li te pîroz be!

30.06.2006