A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezîz Xemcivîn - Şîrdana Hestan
147 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezîz Xemcivîn - Şîrdana Hestan

Gava dengê te di zindana hiş de hawar dike.
çîveçîva çêlîkên hembêzê di hêlîna hezkirinê de tomar dibe.

Berberojka kenê çav bi nerîna te digere.
Dibêje:
Va me,
ez Xem im
ew Xemê li ber pala tava heyva dil im,
geh bezok im û geh mest û veketî me!

Bi sed xweziyên penî
destê me di hev de
çîrokên karwanê bîranînan dibêjin.

Lûbelûba agirê dozkirinê,
dil livok in,
fermanê didin, çav li nêçîrê digerin.
ji hevdîtinê bi salên temen gişî jî têr nabin.

Bi şîrdana hestan
pêşinde evîna me
li ser kulîlkên buharê jeniya.
Banga dilê me topa sibehê ye,
çîvanokên mêrgehên dilsoziyê
li serdema bengîniya guhdana me bûn!

Di civînên rewrewk de
pirsên nerînên me hevbeş in.
Dûvê bersivdanê li qîrîna hinavan li ba dibin.

Dema destên te
li ser me gulavan dibarînin
dema "tiberka" bihina te
me ji gunehên me paqij û zelal dike.
Êdî şitlên dildariyê
di lêvên pirtûka demê de jîn dibin!

şemala peyvan
ji nav loda buhara dilên me ronî dide.
û hechecîka kenok hêlîna xwe
bi tayên bişirîna evîna me dirêse!

03.11.2006
ji dîwana Pêlên Ahîna Matmayî