A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezîz Xemcivîn - Nameyek Ji Seydayê Tîrêj Re
175 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezîz Xemcivîn - Nameyek Ji Seydayê Tîrêj Re

*
Hey Quling,
Bihna bayê buharê
Ser tîpên geşbûnê
Mûma Newrozê û sersalê
Rûmetê evînê, guhdarê derdan tiwî..
Hey quling,
Pênûsa ko li asîmanê Kurdistanê
Tu firandî,
Ji te re digot:
"Bi Xwedê kî hey qulingê min,
birawestî hela carek..
Ji te re bêjim du sê peyvan"..
Bêje me hey quling!!
Ew razê ko Tîrêj di guhê te de got..
Bêje û bigihîne milet..!
Tîrêj barê te giran kir
Tîrêj Derdê wî bêje..bi stranî, bi helbestê bêje..
Derdê Tîrêj bêje..,
Kaniya wî diherike..diherike
Dev û zimanê pê şake..!!
Em tîne..ax..em tîne!!
Lê te berî me vexwar,
Ji derya helbestan
Te jîna tekoşînê anî ziman..
Tîrêj tu firandî, tu gihandî,
Digote te:
Gerek li Kurdistanê û bostek
Ji axa Kurdistanê
Nadim bi milkê cîhanê...
Binêre li dûr, li dûr,
Li Sîpan, li Cudî
Bi roka kofiya Tîrêj girêdayî ne..
Ew tiliyên mûmdayî
Peyvên azadiyê ji wana herikîne,
Ji pênûsa Seyda
Pir kevok firîne
Hey quling
Mizgînê belake,
Seranserê welêt
Li roniya dîwanan,
Bi helbestên evînî,
Ji zayîna roka bi tîrêj,
Ji hilmagul û nêrgizan,
Ji awirên baz û hidhidê Suleyman
Bi evîna Mem û Zînê..
Kalekî rênas û rêzan
Herdem bi hêvî,
Hêvî bi ronî,
Ronî bi jînê..
Bejn bi şal û şapik e,
Xurtemêrekî cengevan..
Mîna Siyamend e,
Dibeze li pey peskoviyan..
Siwarê dêw e,..
Gamasiyê Xabûrê,
Piling e, diçe nêçîra helbestên xezal,
şev û roj li ber me birçiyan danîne..
Bi xwîna xwe av dida..
çendî dixwestin
Dengê seyla bigrin,
Birin û anîn
Gavkirin û pîvan
Dawî naskirin
Ko rok bi destan nayê veşartin..
Tîrêj tuj in, pir in, belav in..
Erê dikevin paş ewran,
Ewr diçin, ew dimînin..!!
Hey quling,
Hey pêximber û şandeyarê Tîrêj:
Nama ko sipartiye te,
"Pirtûkeke pîroz e"
heger tu koçber bibî,
heger tu derberder bibî,
heger tu bêmal û cî û war bibî,
bighîne milet,
Tîrêj dibêje:
Bindestiyê nekin,
Birakujiyê nekin,
Wek dîkan hev nexin..
Bi serbilindî bijîn...!!
Ev banga han
Ji sînga têkoşerekî belabû,
Ji sînga Agirî, kohê Metîn
Ji meydana çarçiran,
Ji xwîna "adê",
Mûma Newroza başûr,
Ji tifinga Barzanî,
Qadî û şêx Seîd,
Ji rêzaniya Qasimlo diçirise..!!
Bilind dibe, belav dibe..
Belav dibe..
Hey quling,
Em dizanin barê te giran e..
Lê nama Seyda
Divê tu bigihînî..!!
Divê ker û lal û kor
Pê hest bibin,
Bawer bike hey quling,
Dilê ko helbesta Tîrêj bigihê,
Ew dil
Êş û janê nabîne...!!?

04.03.2002
*Berî Newrozê bi çend rojan, min ev nameya helbestî bi dengê xwe di kasêtê de ji Seydayê Tîrêj re şand..