A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezîz Xemcivîn - Henasene Azad
204 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezîz Xemcivîn - Henasene Azad

(1)
Janekê din
nede canê bê can,
min xwîn firot
da dêmên te geşbikim..
ko
gul ji wana vebû,
stiriyên nazikbûna xwe
bike pêwan..

(2)
Gava min
dasîtana ( mem û zîn )ê,
di çavên te de xwend..!
min bibûrîn
ji tevaya pesnê din,
ji ber ko
hêsrên xama min
ziwabûn..!

(3)
Agir, ba û rok
dikarin
her tiştî bikujin,
pêve axê..!
çendan
stem û xweşî û lavelav
dikarin
her tiştî di min de bikujin,
pêve evîna te..!

(4)
Em,
bihna
ji hev
didizin..!
lewra,
pişikên me
nîkotînê
dinoşin..!

(5)
Poz,
bihna
agirê te
dikşîne..!
ziman,
jixweber
sirûda şoreşê
dixwîne..!

(6)
Min,
keysa xwe
bi keysikekê da..!
di guherînê de,
herdiwa
ji hev hezkir.
û
wana
ez
firotim..!

(7)
Newêrekim,
çima?
gotin wa ye..!
peyv şkestine,
bi çavan
ez dibêjim..!
dil girtiye,
ax û oxê
ji cergê dirêjim..!

(8)
Zagros,
li pişta min e
mesa min rewane..!
evîna te,
li dilê min e
ji barê min
ne girantire..!
lê ez
gelekî hûrim..!

(9)
Peyvê..
çemek ji min xwest,
hevokê kaniyek,
û helbestê golek..!!
min her sê haşkirin,
gava
di raçêta wan de,
min nexşê
çavên te kêşa..!

(10)
Bêtir
Ji xweziyan
diramînim..
lewra,
binefşan
li ser pêlên rewrewkê
diçînim,
û ayeta evînê
li ber dergehê dojê
dixwînim.

(11)
Pirr
bend û badokan,
kaxetên min
ji hev dane alî.
herwekî ji zikê
gelek pirsan ez dertêm.
û li biyabanê
hemû bersivan
winda dimînim.

(12)
Tev ko
ez
straneke gelêrî me.
her sibeh
payebûna pêximberekî,
ji dilê te
direvînim.

(13)
Xewnên minî bê stûn,
baskên xwe
li ser
sînorên asê vedigrin.
ew jî wek min,
ji şiyarbûnê direvin.
û dil
bi buhişteke keçînî
haş dikin.

(14)
Roka min,
Ji zimanê te hilat.
stêrka te,
bi dengê dahola
min geşbû..
dîrokê rehên me
li hev gerandin..
û evîna me
ji xweziyên "Beko" bişkivî.

(15)
Tirşokê
"Besmela" ken vejand.
gavên payîzî
li ber bûn
rêkên zivistanî.

(16)
Di hindirê birçîbûnê de
tirş û tal bi hev dikenin..
şêranî digrî û şor dibawişke.

(17)
Bi pêyin çiyayî,
birçîbûna te pîva.!!
bi nerîneke ne şikestî,
rêka te dirût.!!
Xwêdanê,
şal û şap
bi laş ve şîrêzkir.!!
milyonek
sêvên buhiştê,
kolosê cîgir ne hejand.!!

(18)
Xetên cotê min kinin,
kêstek hûrin,
sê parê zemîna min
ne-ajotî dimîne.!!
û ez
bi hêsanî
nikarim bikirim,
" Tiraktor ".

(19)
şeva me hev dît,
ne tarî bû.
ji bahoza henasan
çivîk firiyan..!!
hestan,
li damaran cotkirin.
bi yekbûna awiran
xemên me destên hev girtin,
û dîlan kirin.

22-9-1993

(20)
Roka bakur
birûskek şand,
dibêje:
mignatîka min nemaye!!
helbestê bi vîna xwe
girê peyvan veda,
û berberojk
azad kir.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?