A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezîz Xemcivîn - Dengê Te
253 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezîz Xemcivîn - Dengê Te

(Diyarî Seydayê nemir Tîrêj)

Dîlok û heyrana Xecê,
Li Sîpanê Xelatê..
Berfxurka li Kohê Metîn,
Xuşxuşa bengîn,
Ji pêlên Zab û Feratê...
Dengê te
Ji ewrên serbest tê,
Dengê te..dengê te..
Awirên peyivok,
Li asîmanê azadiyê,
Ji nerîna bîstanê ciwaniyê,
Dengê te...
Bilûra hêviya şivanî,
Li welatê Bavê Fexrî,
Li welatê Edûlê û Derwêşê Evdî..
Dengê te,
Bilûra kalemêrekî
Ro li berava ye..!!
Tîrêjên biyan,
Ji hinavê birînê dike der..!!
Dengê te..
Mûma rojbûna te bû,
Sosina buhara xewna te bû..
Wa tê,
Birûskê vedide..
Dengê şîrê şahiya bêrîvanê,
Dengê te...dengê te...
Awazên şehê dar
Li porê zerî û xatûnê...
Govenda tiliyan,
Li ser sînga evînê..
Li gerdena kehrebanî,
Beybûn û reyhan
Bi şayikbûna cam û mermer
Dengê te..dengê te...
Sirûdên perestinê li laleşê,
Vêxistina zerdeştî kal bûn..
Dengê te dibe
Pelên zendavista
Bawerî û roniya Hurmiz
Dengê te... dengê te...
Her dimîne dengê te...

22.01.2001