A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezîz Xemcivîn - Buhar Dibe Nîşan
226 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezîz Xemcivîn - Buhar Dibe Nîşan

Dîwarê ava bû ,
li navbera herdu dilan…
xaka fire ,
ji guhan deng girtiye…
nerîn şikest ,
li saya dûrbînê…
nabînim ,
ez û ew
şev û roj ,
mane li ber
kunca hevdîtina stewr…!!
heye nexşek ,
heye rewşek ,
li aniya tavikê ,
dîrokê zîvirî
û pelê gazinan pêça…!!
Ji serê burcê
Sawîrê demê firiya .
Li deşta xewnê danî ,
Bi hêz
Li ser basikên xwe :
Ji bajarê muxribê
Zîn li ber textê
Memo danî… !!
ew çavê kor
li hêviya Yûsif vebû…!!
tîbûna bendewariyê çû…!!
Ji nişkave ;
Siyamendê silîvî
berê xwe da oxirê
û pişta xwe da felekê…!!
hey heye
rewşeke wisa,
wêne bi payîzê re zer bûye…!!
gustîlk bi peymanê
nû dibe xuya…
destê xwe hilde xanim ;
tu nikarî bikişînî çiya…!!
barê giran
nazikbûnê diguvêşe…!!
ez bawerim
cihokên dil vebûne… ;
kî tî bû… ?
kê firek vexwar…?
Perwane kulîlkê dimije
buhar nexşê perwanê dibêje…!!
destê dewl dahişte bîrê ;
çend caran
ji xurista evîna te ,
di kişîne ji bîrê .. !!
dewla me av girt ,
û hogiriya me
li hewdê gulan dibe berbang..!!
awir dibin yek ,
berê xwe didin hêviyê
bi hev dighên armancê ,
sal dizîvire ;
û buhar dibe nîşan…!!

13.03.2000