A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezîz Xemcivîn - Ax
94 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezîz Xemcivîn - Ax

Axê ,
xwîna sor
heyvana buhayê te ,
viyana rêdûrê te ye … !!
di kele û germa evînê
di guhêze xwîna xwe ;
di kele û li ser
lêvên derdên te di rêse ..!!
dilek buhar e ,
û buhar tevna civanê
cegerxwînê te dihûne…!!
bi şehê dar,
serê peyxamê bi nazenîn;
ji a-b yê de di bêje:
nanê bi tisî li gel te ,
wek cewahir
xweşiyê bi didan di cû ..!!
li ser milê te ,
palgeha hevrîşmê
stranên qeralan ,
xewna paşan û wezîran
bi hestin tenik
evîna te ,
li ber bîna xwe di dêre …!!
Kewa hev cot,
li hêlîna xwe
di talda hêviyan de
xwedî dike ..
li burca belek
wek alekê dibîne..
di çaxê xwe de ,
di cihê xwe de ,
û di axa xwe de
du gul in , geş in
rengê hev didin…
qûç in , alal in
di sînga xuristê de ,
pirsa şayik ,
hêsrên germ
li ser dêmên jînê ..;
roj û meh ji hev didin ..
peyapey
bi zimanê kurmancî
pirs û bersiv didin…!!

10/11/2000
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?