A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ezedîn Ebdella - Silav Bo Te
145 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ezedîn Ebdella - Silav Bo Te

Zab û Qendîl her wê hêlîna te bin
Hêzê kedxwar wê bi mînin binketî
Xwedî rêbaz, xwedî vîna ji pola
Her bijî tu parêzvanê miletî
Ji hêza te dijminê me mane şaş
Di şerde bûn, hemî çekên pêşketî
Bê encam man tang û top û balefir
Di himbêza çiyan de mane ketî
Girila ne, piling û ejder û şêr
Li ber pencan leşkerê te pirpitî
çeper girtin li ser kop û zinaran
Belê dijmin bi sr şorî derketî
Te wendakir leşkerê Tirk û Mexol
Mehmecîkê te tev mane behitî
Zinar û lat, tevde lê bûne wek Dêw
şev lê gerya, tevde mane j` hişketî
Dest nîşankir ji cîhan re eşkere
Eve kurdim di cengê de serketî
Silav bo te gerilayên canfida
Va xuyabû qehremanê miletî
Te parastin gel û welat bi merdî
Bi canêxwey pak û paqij berketî
Hemî hêzê komploger mane şêt
Va li ber hêza te îro rûketî
Agirê lûla tifenga te îro
Tên da dilê kesê sist û raketî
şermezarin kesê bêhêvî ji te
Ew parsekên bi deryê dijmin katî
Ser bilindin kurd hemî îro bi te
Xwedî hêz û xwedî şan û rûmetî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê