A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Eyşana Beravî - 4
318 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Eyşana Beravî - 4

Kengî çavên xwe bigirim ez,
li hember, ba te dibe, te direvîne ji min.
Heta niha ku min nizanîbû tirs çi ye
A niha tenê tirsê dijîm bi çavên xwe yê bizdonek
Tenêtîyek min dîl digire, di qirika min de dimîne,
Nikarim bihilmijim têr û tije û bê armanc dibim,
armancên min bê te.
Wenda dibim,
diherikim nava hemû zemanên wenda, bê xem,
xemsar dibim ez.
Valahîyeke gelekî mezin nava min dadigire.
Xuya ye hilmeke cemidî, sar pif dike şaneyên min
Destekî ku tirs çi ye nizane, dirêjî pêşeroja min dibe,
qurifîne hêvîyên min yek bi yek.
Awirên min î tirsonek
xwe di nava min a xalî de vedişêrin.
Keştîyên bîyan xwe bera ser didin,
diçin tên vikîvala
Gerdûneke nava min,
bi zelzeleyekê hildiweşin xipîxerabe
û ez vediguhêzim kulmek xirbe.
Li kîjan biharan binêrim çilmisîye,
kîjan derîyan vekim, terazîn e,
bi kîjan alîyî ve birevim korerê ye.


Tune dibim
Alozîyek e ew
Pîneyekî li zeman û pêşbazîyeke yekem.
A niha di pêşbazîyeke de bi hemûyan re
û dibe yekem kes ku dilê min dihingivîne.
Pişt re dibe sedemên min,
li qiraxan dixim û pişt re mirin min zevt dike li peravê…

*Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e”
**Bi destûra helbestvanê ye.