A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Eyşana Beravî - 21
319 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Eyşana Beravî - 21

Ji hemû zemanên windabûyî,
hemû zemanên di awênekê de rû girtine…
Ji ciwanîya min çend rûyên din
bi wateyên ji hev cüda
ji hev bê hay,
Rû girtine …
ferek guharê Heyderî ku ji ciwanîya dêya min maye
di awêneya min de winda bûye…
û ez
bi ferekê xuya dibim, di awêneyê de digerim…
ciwanîya dêya min di awêneyê de bi huzn e…
Digerim, digerim di hemû zemanên hevpar de
Berî min, piştî min an bi min re rûyên ji hev cuda,
di zemanên rûgirtî de rûgirtî ne…

*Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e”
**Bi destûra helbestvanê ye.