A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Eyşana Beravî - 2
422 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Eyşana Beravî - 2

Nizanim wê hîn çend pel,
ji emrê min biweşin.
Ez ê çend caran ji xwe birevim.
Jinbûna min ku di navbera zaroktîya min
û ciwanîya min de bê biryar e,
Tevnan diavêje

Nizanim ez ê hîn
çend gurzên biryarên xwe biguhêzim.
Ji xwe re bîyan im
Di nîvê emrê xwe de.
Bi hêsanî dikarim bikujim,
Bi hêsanî dikarim tune bikim.
Di dehfika jîyanê de diqilqilim
Daxwaza min e,
ji bendikên xwe veqetim.
Veçirînim ezmên,
Bila bê dirûtin bimîne,
Bê perde xuya bin, çi hebe.

Alozîyên min ku
tenê bi şev xwe disipêrin mêjiyê min
û min bi hev de diguvêşin.

Sebîyek ku di zikê min de,
min bi lebate xwe dihesîne.
Her ku dilibite…
Êşîkên min dikevin bîra min.
Derîyê mirinê heta dawîyê vedibe,
jê derbas dibim lê namirim.
Nizanim wê hîn çend êşîk min bigirin.

Nizanim wê hîn çend bihar
ji xwe bikin, kirasê zivistanê.
Çend kulîlkên çolterên rengereng
li bejna xwe bikin.
Bi hêvîyên kesk, çavê xwe vekin.
Lê pelên ji emrê min weşîyane
bi nişmitî belav dibin..

Di pêşbazîyekê de dibezim,
diçim bi gavên ji hev re bîyan…
Ji hev re pêşbaz.
Û ji min re bîyan.

Nizanim ev çend rûyê min in,
di awêneyê de xeyîdîne, ji hev.
Kîjan mêrkuj e, kîjan hestîyar e, kîjan …
Kîjan e dike ku xwe biafirîne…
Tevlihev im…

Ev çendin ji xwe direvim…
Ji biryareke xwe
Ji rastîyeke xwe
Mirov hildibijêre yeke xirab, yeke qenc…
Yekê hiltînim yekê datînim
Ev çend zeman e, wiha bê biryar im.

Nizanim ev cara çendan e ku
ez wiha diêşim bi kuştiyên xwe.
Ji êvarê heta sibeyê li ber serîyê mirîyekî dihêjinim…
Çavên min fêrî mirîyan bûne

Şixulek e jîyan, bi min nabe ku ez biqedînim.

Nizanim ev jîyana çendan e
Hîn bê berdêl dijîm.
Hîn bi bêdilbûna xwe diêşim.

Hêlek av, hêlek agir e,
bi kulmên min venamire

Nizanim ev refên balindeyan
çima wiha bi lez difirin
Tê nagihêjim çima wiha bihar-bihar dilezînin.
Ma ev der ne cihê koça wan e?

Nizanim min dilê li ku ji bîr kir.
Bê dil im
Bê dil-bê dil dikim ku
Li ber ruhê xwe bidim.

Koçan, malbarkirina ciwanîya min jî bi xwe re birine..
Bê Xwedê zanibe, li kîjan warî me.
Di nava zarokên wan de li ser kîjan tehtî…

Nizanim kîjan siwar,
li hespekî boz ê deqdeqî siwar e
Di nava pelên weşîyayî de daye beze,
her ku diçe min dûr dixîne.
Nizanim,
ez ê hîn çend carên din ji xwe dûr bikevim.

Nivişta meleyekî panzdeh-‘ilmî
Li ser nêta xirab…
Dibe ku pelên ji emrê min waşandibe
Dibe ku sebîya zikê min kuştibe
Ciwanîya min dabe koçan

Nizanim ev çendîn jîyan,
ev çendîn werz, ev çendîn mirin…
Ev çend biryarên min ên nayên guhastin…

*Ji pirtûka “Ya Ba ye Ya Baran e”
**Bi destûra helbestvanê ye.