A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Evdirehîm Rehmî Hekarî - Hewar
413 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Evdirehîm Rehmî Hekarî - Hewar

gelo! rabe ey şêrê kurd ê biêş
bilez rabe şîrê ji kalan bikêş
here serhedan zû tuxûban bigir
serê dijminan tu bikî ber bibir

tu hilbigrîne wê gurza giran
metalê bilindke li ber `asîman
bigre hem bi destê xwe sura eniyê
li dijmin bide guh bide naliyê

ji ber nara ya te bilerizêt cîhan
ku herkes bizane xençera cindiyan
ji bo dîn, miletê neyne der
ji bo heq nebê kurd nakit sefer

li hesbê suwar be bihetkine
rîmê tu rêmbaz îro bihêle memê
tu tîra xwe dayne li mala
kewan bikêşe û berde li cergê (...)

li derdê misilman bibe çaresaz
heqê tîr û rîman ji (...)
bixwaz çendan li me ew bikerb ketînin
ji hêlên ,cîhan neşîn derînin

şerm bikin hûn ji bab û pîran
dijmin bû li wan cîhan (...)

wan terk nekirin welatê navdar
westane li ber bi şûr û xençer
mirînî ji bo me ma weraset
lewra ku em in xwedan kiyaset