A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Esamî - Çira Hûn Rayekê Nakin Li Min
26 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Esamî - Çira Hûn Rayekê Nakin Li Min

Çira hûn rayekê nakin li min way
Min îro xan û man wêran e îro

Gelî yar û biran hûn rayekê kin
Min sebr û dil qewî talan e îro

Bi yexma çû ji min îroke taqet
Hebîba dilreva nexuyan e îro

Cefakar û sitemkarê me kanê
Birînêt min qewî êşane îro

Hebû hetta niha fikra wisalê
Welê hicran e bêpayan e îro

Çi hal e min eceb ya reb çi hal e
Li min yar û bira winda ne îro

Nehin qet kes ku derdê dil bibêjin
Li min dunya eceb duman e îro

Nedî min rojekê xweş qet ji weslê
Xususa gazî û efxana îro

Esamî min nemaye sebr û taqet
Li min dunya wekî zindan e îro

---

چڕا هوون ڕایەکێ ناکن ل من وای
من ئیرۆ خان و مان وێرانە ئیــــرۆ
گەلی یار و بران هوون ڕایەکێ کن
من سەبر و دل قەوی تالانە ئیـــــــرۆ
ب یەغما چوو ژ من ئیرۆکە تاقەت
حەبیبا دل ڕەڤا نەخویانە ئیــــــــرۆ
جەفاکار و ستەمکارێ مە کانێ
برینێت من قەوی ئێشانە ئیــــرۆ
هەبوو حەتتا نها فکرا وسالێ
وەلێ هجرانە بێ پایانە ئیرۆ
چ حالە من عەجەب یا رەب چ حالە
ل من یار و برا وندانە ئیـــــــــــــرۆ
نەهن قەت کەس کو دەردێ دل ببێژن
ل من دونیا عەجەب دوومانە ئیـــــرۆ
نەدی من ڕۆژەکێ خوەش قەت ژ وەسلێ
خوسووسا گازی و ئەفــــغانە ئیـــــــــــرۆ
«ئەسامی» من نەمایە سەبر و تاقەت
ل من دونیا وەکی زیندانە ئیـــــــــــرۆ


*Çavkanî: Baxê Îrem, Tehsîn Îbrahîm Doskî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê