A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Erich Fried - Sê Daxwaz
156 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Erich Fried - Sê Daxwaz

Min caran dixwest,
Bibûma xwedî serpêhatiyan
Mîna ku ez kal bûma
an jî
wilo zîrek
wek ku xwedî serpêhatî bûma
an jî bêkêmasî
wilo bi kêf
mîna ku ez zîrek bim
lê ez bawer im
ku ji ber wê çendê ye
ku ez ehmeq im.

Ji Elmanî: Tengezarê Marînî