A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Erich Fried - Pirs 2
117 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Erich Fried - Pirs 2

çiqas dirêj e jîna te?
çendî kûr e?
Buhayê wê bo te çend e?
Ta kengî tu dê buhayê wê bidî?
çend dergehên wê hene?
çend caran te nû dest bi jiyana xwe kir ?
Ma te çi caran
Pêdivî nedît, wê bibezîne?
Eger tu got A,
tu li çarmedorê wê geriyayî,
bi bazinî, an jî bi tengaviyê,
te pê re bazda?

Te çi hizir dikir?
Te çawa dizanî,
Ko tu li dora wê bûyî?
Tu pir caran direviyayî?
Cara siyan wek ya diwan bû?
Bo te baştir bû,
eger te ew rê bi tirimbêlê birrîbûya?
An jî dixwazî bi hêleke din ve herî?
Di gel kê?

Ji Elmanî: Tengezarê Marînî