A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Erich Fried - Li Dijî Jibîrkirinê
159 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Erich Fried - Li Dijî Jibîrkirinê

Dixwazim bîr bikim
ko naxwazim
ji bîr bikim
edî dixwazim
ez, ez bimînim
da ko
bixwazim
ji bîr bikim
êdî bo nema
van xeman bikêşim
***
Dixwazim bînim bîra xwe
ko naxwazim
ji bîr bikim
da ko
bixwazim
ji bîr bikim
êdî dixwazim
xwe binasim.
***
Ez neşêm biramim,
bê ko bînim bîra xwe,
nikarim bixwazim,
bê ko bîr bibim
êdî nikarim hez bikim
êdî neşêm hêviyan bikim
êdî nikarim
ji bîr bikim
bêyî ko
bîr li xwe bikim
***
Divêm bînim bîra xwe
hemî tiştê ko
mirov ji bîr dike
êdî nema
dikarim azad
bibim
bêyî ko
li bîra xwe vegerim,
ne xwe
û ne zarokên xwe jî
***
dixwazim bîra
pêşeroj
û
paşerojê
bikim
û divêm bînim
bîra xwe
mîna ku nêzîkahî pêwîst be
ji bîr bikim
û
divêm
bînim bîra xwe
ko
jibîrkirin
nêzîk bibe
***

Ji Elmanî: Tengezarê Marînî