A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Erich Fried - Lê
313 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Erich Fried - Lê

ji awira yekê, ez dilketime
roniya ji nava çavên te diberiqin
ji wî kenê te bo kêfa jiyanê.

Niha ez hez
Ji giriyê te jî dikim
U ji metirsiyan te ji jiyanê
U ji wê bêomediya
di nav çavên te de.

Lê li dijî tirsê
Dikarim alîkariyê bi te re bikim,
ji ber xweşiya min
herdem û hîn jî
biriqandina çavên te ye.

Ji Elmanî: Tengezarê Marînî