A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Erd Agron - Seyisê Bayê
67 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Erd Agron - Seyisê Bayê

li ser hendefên bilind
xwe vedişêre, li benda bayên kuvî disekinî
(kemendavêjekî yeman bû)
û her roj kemend diavêt stwê bayekî
û li pey xwe dikişand
dianî di tewlê de gire dida û ew kedî dikirin.
lê dizanî ku hemû ba bibin yek
dê tofan bi serê wî de bînin

*Ji pirtûka wî Dîwana Hestiyan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?