A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Erd Agron - Jan-name
163 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Erd Agron - Jan-name

“ji bo Welî, Rustem, Nûman
û hemû hestîwendayan”

(Qefleyek mirov digeriyan di kontara çiyê de, karê xwe yê liservebûyî pêk dianîn… Digeriyan di bin taldan de, li nava deviyan… Derwêş sekinî û çok da erdê, pêşî duayek kir, piştre bi destan axê veda û hestiyekî reşbûyî derxist…
Sê çar kes lê kom bûn, hêdî hêdî qefle tev lê civiya…)

Derwêş
“hê jî ruh tê de heye.”

Zilamek
“Ruh çi ye?”

Derwêş
(bersiva wî neda û domand)
“ji min re xencereke zîvîn bînin!”

(Bûkeke nû ji nava potekî spî xencerek derxist, anî.
Derwêş zendên xwe hilda, du damar hejmartin li ya sisiya sekinî
û pozê xencerê lê da…
Dayikekê taseke zîv da ber
dilop dilop, hêdî hêdî xwîn nuqutî…
piştre, jineke bi derguş
û bi destnimêj şîrê xwe dot tasa zîvîn
Xuşkeke qalikê birîna xwe rakir û avêt navê
Qîzeke xama hêsir ji çavên xwe guvaştin
Zarokekî diranê heftsaliya xwe avêt navê
Zilamekî piçek ax firidand bi ser de
û jineke ciwan tasê girt bir danî ber tavê
Şîr û xwîn bi tavê meyiyan
û derwêş hêdî hêdî bi ser rûyê hestî da
hestiyê reş hêdî hêdî spî bû
hêdî hêdî reh berda erde
çavê herkesî vekirî ma…
hêdî hêdî li xwe xist, şax veda
û her bilind bû…
Derwêş agirek dada
û jinekê tilîlîyek kişand
û dengbêj destê xwe da ber guhê xwe…)

Dengbêj:
“liyan e, liyan e, liyan e, liyaaaan e, liyan e
Rindêxanê bi sê dengan gazî dikir
digot:
Fatimê xuşkê rebenê
hestiyên berxê mala bavê min rebena xwedê
li çol û pesara
newal û gelî
li sertar û kontarên çiyayên welatê
mala bavê min rebena xwedê
reh berdan
mîna mêwên îrema zatul îmad
mîna çinarên şahidê hezar tofan
û dewran e…
Aaaaax! Liyan e…”

Derwêş:
hestî bê goşt nabe, goşt bê xwîn
xwîn bê ruh, ruh bê bawerî ava nabe
bawerî bê nasname, nasname bê azadî…

Jinek:
hestî kêlika mirinê ye, beden tirb e…

Jinek:
hestî kêlika mirinê ye, beden tirb e

Kalek:
hestî berdêl e

Zarokek:
hestî bavê min e

Mirovek:
ez hestiyên xwe nazdikim

Hemû bi hev re:
welatê me hestiyan diwelidîne

Hemû zilam bi hev re:
Ev ji kî ne?

Hemû jin bi hev re:
herin bigerin, bibinin
bînin, em ê bimijînin!

Dengbêj:
“ez evdalim, evdal im, evdal im
birîndara şahsiwarên doza welatê xwe
bi tenê me “dayê korê
nemayê , ez bi diyarê kela amedê diketim
bi kevir e.
dilşayê bi kul û kesera salan banî dikir digot
gelî gundî û cîranan hûn bi xatirê rebê alemê
û pêxemberê umetê kin
hûn qedrê pêxemberê çarmixê
û pêxemberê sirgunî û pêxemberê Sîna yê bikin
hûn werin diyarê min û feleka xayin
ku çewa hestiyên bavê besrayê
kara xezala, çavreşa deriyê vê bedenê
li devê derê diyarbekira şewitî zîl dane…
de dayê, dayê, dayê b’korê nemayê
ez ê dest bavêjim guliyê sorgulî
li pey bavê besrayê kara xezala çiyayê Şengalê
çavreşa deriyê laleşa rengîn
kur bikim li pey siwarê dil mertal
û kihêla rewan
ez ê negirîm û hêsiran nebarînim
li pey delalê dilê xwe
lê kesekî nîn e ciwabekî bide bav û birayê
bavê besrayê kara xezala, çavreşa derê
mêrdînê, sirgunê welatê xwe
Stûnê konê mala min rebena xwedê nemayê
de hey wayê lê dayê
ez nemînim li rûkê vê dinyayê
ku kesek nîn e timtêla delalê dile min
li heft dewêl û heft parzemînên cîhanê bigerîne
û li heft qonaxên rêya çûn û nehatinê
navê bavê besrayê dibîrbîne
de dayê korê nemayê
îca ez dizanim tov û tuxumê
bavê besrayê qeliya li ser rûkê
vê dinyayê…

Derwêş:
yên me ne ew mewat hestî
mewat dil, gurçik; dar û devî
yên me ne ev çem, ax; sax û mirî
li vî welatî em û ew hene…
yên me ne oldar, dewlemend û feqîr
yên me ne mewat forq, qîştik, têr û birçî
ey pêxemberê sikrata rebilalemîn
bila destê te li ser pişta şahsiwarên
doza welatê min be…

Dayik:
min li ber darê derguşa lehengê xwe şevên tarî
û dirêj borand; ez pê ve rihilîm, pê re ricifîm
û min jê re lorand, pê re nexweşketim
lê min temen bê wî qedand
şev û roj li gel keserê
li min bû qeyda jiyanê
bi bêdengiya wî bi xewê ve
bi girîna wîbi şiyariyê ve
ew bi du dilop şîrê pêsîrên min
bi jiyanê ve girêdayî bû
li welatê tiyê xwînê…

Jineke din:
min çav û biriyên xwe jê re
bi subhankilî kil kirin
reşkulîlkên singê xwe jê re vekirin
di xew ra kir şevên dirêj di hemêza xwe de
min pê re serî danî ser nazbalîfkê evînê
çira şevên wî bûm
ava cêrê wî bûm
kela singa wî bûm
jana dile wî bûm
nîvê şeveke tarî derket, li pey wî
ez giriyam
û êdî hew vegeriya

Zarokek:
şev bû, çû, bi qîrîna diya min
û zîqîna derî re…

Xuşk:
ne emin dît
berxê kozka mala bavê min çû
ne min dît vegeriya
roja oxlefên giran

Hemû bi hev re:
ji wê çaxê ve
em birînên hev dialêsin
ji wê çaxê ve
em birînên hev dialêsin
ji wê çaxê ve
em birînên hev dialêsin

Derwêş:
duaya rojê ye
di berbanga sibê de
azadiye hestî
reha ruhê jiyanê
nasnameya welatê min e hestî…
paşeroj û pêşeroj e
bazbenda dîrok
û hemayila çîroka gele min e hestî…

Qîzeke xama:
behrên me nîn in
ku em bi çîrokên wan sebra xwe bînin
sîsasrkên me hene
ji çiyayên me dermale dibin
û heta heft car siya wan nekeve
ser termê me
rih ji me naçe
li bircên bêdengiyê…

Dayik:
giriyê derî ye
beriye, can e hestî
mirî ye, zindî ye
nuxuryê min e hestî

Alimek:
yê ku li ser hestiyê xwe şînhatibe
ewê tu car agirê cehnimê nebine.

Dengbêj:
dêran, dêran, dêran dêran dêran
welatê dêrîne dêran
ev hijde salê min ne xewne
ne derman e
xebera nexêrê ji min re hatiye
ku birîna weliyê Hecî pir giran e
derbekî danîne li bejna rustemê Hemê
cenaze nûmanê Husên ne tirb e
ne kefen ne jî quran e
êdî kurma daye dile me
ji bê xemî û sersarî û lêgerînên bê eman e
malê dinyayê biye ku
bira dev li qirika bira dane
ez neminim, neminim
ji we hestî-wendayên qehreman re

Dayik:
ji min welidî

Jineke din:
li min vegeriya:

Dayik:
ji min zêde bû
li min mijiya

Jineka din:
di hemêza min de dabeş bû
di malzaroka min de vejiya
min ew bi sê zikan
di malzaroka xwe de mezin kir

Derwêş:
ew ê dîrok çewa binivîse
dengegaziya elendên rengîn
dê çewa merûn bike
bi qesîdeyên ateşgahî
rûxineriya pergala mêtîngeriya
bêhna hîroya helbestan…

Dayik:
ger hûn min post bikin
bigurînin, li ser çermê min
çar rêzik nayên nivîsandin ji vê dîrokê
lê dikare hemû çîrrokên welatê min
bê xwendin ji qermûçkên ruyê min

Xuşk:
ruhê min e
jana min e
qalikê birîna min e hestî
xewna min
tenêtiya min
êrîş û reva min e hestî
sebra min
xweziya min
newaya min, sitrana min e hestî
zerdaliya çiqilê dara min e hestî

Zilamek:
zimanê me wenda bû
em bi zimanê hestiyan dijîn

Jineke din:
zemanê me wenda bû
em di zemanê hestiyan de dijîn

Derwêş
em di berîêvara mîtosên kevin de
di şeveqên xeyalên nû de
dema xwe diafirînin

Jineke din:
çiroka me bi korerêyekî dest pê dike
bi korejanekê xilas dibe
di korekolanên korebajarekî de

(Ev helbest ji ber sirgunê nîvco ma ye, dê êdî hew temam bibe ev helbest…)
23.7.2012
*Ji pirtûka wî Dîwana Hestiyan