A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Erd Agron - Guvernika
178 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Erd Agron - Guvernika

min dê biwênanda
wênesazekbûma ku, wî
li ser ranzayeke zengarî
li ser taqa pişte
destekî wî bi ranzê ve
çavên wî bi qartiyan ve daleqandî
rûyê hefteyekî
simbêlên reş
li ser dêma rastê lepek ronkahiya spî
û di reşika çavên wî de
miriyên definkirî
çeken şikestî, kulîlkên lewaz tavnedîtî…

bi dîwar ve çend notên belave
hespekî di beze de qerisî, yek parçe
ber bi eyneke li derdora xwe dimije ve
li erdê ciherek tijî cewher…

pirtûkek qalind li ser singa wî
li ser dev, di nîvî re vekirî
betanyeyeke heta ser çokê kişandî
bi kulîlk, qehweyî…

û şerê dil û mêjî…

min dê hemû siyen wî
bi morekî şewitî birengandana
derdora wî bi dile xwe
min dê ronkahiyan bi rengên zelal
bi firçeyên zirav derxista pêş
û bi spîyekî zelal
rûyên ku mîmîkan hildigirin
û çiyayên diqîrin bi rengên sorê morîkan
di kevaleke ne bi şêweyên kûbîk
ji hev hatiye parçekirin de…

kî dizane
belkî dirame
belkî dixewe
belkî dijî
belkî dimire
lê beden dîl
rûh parçe parçe ye
tenê xeyalek yekpare digere
di navbera wî û qartiyan de.

*Ji pirtûka wî Dîwana Hestiyan