A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Erd Agron - Existance
142 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Erd Agron - Existance

ji J.P. Sartre re…

ez siyek bûm
siya kê bûm, nizanim
dema şarapnêlên sar
di laşe min de hêlîn çêdikirin
ruh bi min ve dihat
dibûm gewdeyek
bi can û xwîn
dicoşiyam
kêfxweş dibûm
şa dibûm dema ez
hedibûm
beriya mirinê
piştî jidayikbûnê
min dixwest hemû mermiyên ji namlûyan dipekiyan
di singa xwe da binixêmim.
jiyan jiyan e qey mirinê bide bêrîkirin
an mirov siyeke dîsa
xwe dide talda her peykerê ker-r

(ez weke siya her bedena xalî
tu car nabim ez)

di dema niha de dîl bûm
rawestiyayî
ne bîranîna paşerojê
ne xeyala pêşerojê
bi keziyên Newrozan dijiyam
gulavêtinê ji bîr kiribûn
bi xencera dostan hedibûm.

(dizanim ji cendekê xwedayan
tu nabî xwedîgiyan
aqil çi bi serê me de anî
ey benîadem!?)

ez siyek bûm
ji ku hatibûm
bi ku ve diçûm?
bê bersiv…
li welatê sî
di bin siya balefiran
paletên tangan de
giyan digire
ji kezeb diqîre
bi ser peykerê zarokan de
teyrê sî
mir!

*Dîwana Hestiyan, 2018