A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Emil Mihai Cioran - Helbest
190 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Emil Mihai Cioran - Helbest

Helbesta ku hêjayî navê helbestê be ji ezmûna qederê dest pê dike. Bi tenê helbestvanên pîs azad in. Her ku di hinavên me de ramanek ji dayik dibe, tiştekî dî di me de genî dibe.
Ez ê bixwe ne ez bim, ger di kêlîka hêrs û têkçûna xwe de ne li jêr an li jora Eza xwe bim. Dema di sewiyeta xwe ya naskirî de bim hest bi hebûna xwe nakim.
Hemû ezmûna me ya bi demê re di navbera bêzarî û bêrîkirinê de diherike.
Dema ku êdî em nema dijminên xwe hildibijêrin, dema em bawer in ku dijminên me yên ku aniha hene bes in, em hest dikin ku êdî em ne di qonaxa xortaniyê de ne.
Xelk dikevin hindurê demê de lê ez bixwe ji demê ketime.
Yekî nexweş ji min re got: Ev êşên min ji boyî çi ne? Ez ne helbestvan im ku wan bi kar bînim û serê xwe bi wan bilind bikim.
Peyivîna bi mirovê ku nizanibe êş çi ye, vala ye.
Em di binê dojehê de dijiyan, her kêlîkek efsaneyek bû
Her neteweyek, di qonaxekê ji qonaxên geşbûna xwe de, ji xwe bawer dike ku neteweyeke bijarte ye, wê wextê baştirîn û pîstirîn tiştên xwe pêşkêş dike.
Ji sibehê hetanî êvarê, em pêşerojê(mazî) çêdikin.
Her ku dem diçe baweriya min ku salên min ên pêşîn beheşt bûn kûrtir dibe, baweriya xwe jî rast dibînim. Ger beheştek hebe gerek êdî ez li berî destpêkirina hemû salên xwe lê bigerim.
Cihê me di navbera hebûn û nebûnê de ye, ango di navbera du xewnan de ye.

*Wergêr: Ehmed Huseynî
**CIORAN (kurdî: Sioran), Emile Michel - feylesûf: Sala 1911an li bajarê Rètinari li Romaniyaya îro ji dayik bû, û di 1995an de li Parîsê çû ser dilovaniya Xwedê.

Berken Bereh - Sala Nû
Em dişibiyan çemên bi bereket nazenîn
Di esmanê balûpal de stêrkên ronak
mîna rûyê dergûşekê xweşkok û dilêr bûn
Evîn bû şûna xilikan di bêrîkên me de

Va saleke din mir û çû
hinekî din, hawîrdora gerdûnê gemar bû
Di ferhengê de cî ma bo şevbuhêrkan
ji hêlekan
veşartok
bûka baranê re
ku hespê temenê me
ew radikirin
pêdarê
Gelo çend mendalan
ji dêvla şîr
di sala îsal de
çîrok mêhtin.

Dibêjim zû rabin îro
dema pîra me şîr didot
û em mîna nivişta diya xwe
mirovbûna xwe têxin stûyê xwe
û li kolanên bajêr
silavan bireşînin!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê