A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Emerîkê Sidiqayê - Kumêto! Kumêto!
205 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Emerîkê Sidiqayê - Kumêto! Kumêto!

Kumêto! Kumêto!

Kapreşo!

Tu wisa bi qas û qudret î!
‘Beşer bîq’, diranzêr î, stûdirêj î,
Bi pîl û qorika piştê ve ber bi ezmanan ve digijgijî,
Guh fît dikî, bi şehwet bergîran gez dikî,
Disilikî xwe dihejînî, masûlkeyan ba didî,
Bi holozî çaw dikî, çifte davêjî,
Sîng spî, sim kodî, ‘enî morî, şêhî, kumêtî, beşî, belekî,
Li best û beyaran, bi çem û rûbaran re dişûlikî, mîna ba yî,
Kaw û kubarî, kefê direşînî, bîna te ji misk û ‘emberî!

Kumêto! Kumêto!

Kapreşo!

Bijîyên hûnandî, gulîyên dila te vegirtî,
Wiha şah radibî bi hîrehîrî!
Çolbirrî dibezî ber bi asoyên sereberdayî yî,
Di hevrazan ra dikişî mîna zîya yî,
Newalan dibirrî mîna şûr,
Dibî hevalê teyrêbirê gur, nikul das û kêr,
Di cirîdê da kin dibî,
Di oxreyê da dirêj dibî,
Di berjêran da kevan î,
Di pal û berpalan da tîr î,
Di kilaman da seglawî nêr î,
Di destanan da bozî rewan î, hotî binî be’erî!

Kumêto! Kumêto!

Kapreşo!

Tu porê xwe çak didî bayê,
Tu nêçîrvanê kîjan xezalê yî,
Li ser terkîya te keçikên revîyayî,
Çek û rext û rim girê dayî,
Teng li nava te nayê,
Hîv bûye bazin li stûyê te,
Stêrk şirdan û morî ne li gerdena te,
Şingeşinga simên te,
Zingezinga zîv û zengilê te,
Toq û dizgîna te, têrr û xurca te, gem û hefsarê te,
Neqişî yî, nitirî yî, xemilî yî…
Hey gidî! Tu birca hesara yî!

Kumêto! Kumêto!

Kapreşo!

Bi hêlehêl li paytextan beza yî,
Tu sewta kîjan dengbêjî yî,
Wisa bi per û bask ji kîjan ‘erş û ezmanan hildigerî,
Wisa bêhnfişkî ji kîjan çîyayî dagerîyayî,
Kovî û xolîyê kîjan talanê yî,
Di guhên te da dengê qirçeqirça ‘çarpil û marpilîya’,
Lo lawo! Bejna te ‘şaşegura qerimî’!
Ka ‘qirma legenî’, ka ‘tivinga kurmancî’,
Gidî tu xemla serhildana yî!

Kumêto! Kumêto!

Kapreşo!

Tu destkêşî kîjan hogirî yî!
Tu pişt û darêndeyî kîjan fîrarî yî!
Tu destbirakê kîjan mêrxasî yî’
Tu hevalê kîjan ‘merdemêrî’ yî,
Tu xwedê kî di bextê te da me!
Wiha çima velezîyayî,
Navkutkan lê dixî, hêsiran dibarînî,
Wiha kîjan qaçaxî l’ ‘erdê dihêlî!
Tu çima wiha zîn bi xwîn, zengû vala mayî!

*Gulana 2010an-21ê Çileyê 2018an
*Bayîzd-Erdîş
*Çavkanî: Medya Civakî (@KawaNemir1)