A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Emerîkê Sidiqayê - Hêviya Tava Reş
237 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Emerîkê Sidiqayê - Hêviya Tava Reş

Şilopeyeke şor dibare baxçê tazî,
Belg kamkêşî, perperîk di rihma xwekuştinê da ne
Êş qetek nanê tisî,
Li ber pîyê min pêlasûyên behrê,
Li rûyê min çilapekên meha mijdarê,

Qeretûyên çîrokan min aş dikin
Di bin zimanê min da tehma ramûsanên hincirî,
Di hembêza min da guleke erxwan dibişkife,
Min xwe bi mirina hezkirinê danî,
Kul û kovan di ser serê xwe da anî!

Mîna xwedayê sebrê li ber dîwarê cihûyan bigrî,
Qala bêbavîya dildara xwe dikim,
Ewrên şîn li ser serê min kaxizên papîrûs in,
Reşbelekên min bedewîya te erzan dikin,
Tu beyt û xezeleke dîwana yî!

Ez qet li bengîtîyê star nebûm
Mîna kevirekî seqî me, ji derpan teqalavêtî me
Li vê xortaniyê çûncika xwe didim maşelana bayê qûze!

Di nava vê tarî û zilmatê da,
Di bin siya tava reş da çavên te bûne bapor
Ji cîya xwe bi wê da, li te star dibim

*29 Mijdar 2014, Erdîş
*Bi destûra helbestvanî ye.