A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Elîxan Loran - Jihevketinên Baro
142 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Elîxan Loran - Jihevketinên Baro

Şûşeya şûşeyan

Tu, Baro! îro li vê bêdengiyê siyeke berbero
Bi kuja çavan dipeyive vê hesa te ya her ro
Tevliheviyên te, tev ne li hev bûn lo
Li vê şikefta kelimandinê ya sût û rût
Nehwirandina te to, lê te tiştek nego


Sîmûrga refê erefê namîne ji kat û latên zaroktiyê Baro
Warê te qadexe, xwarina te antî represan
De quloçê xwe li kendalên newqa xwe bixe
Tu digewimî li ser riya seglawî, beranberî sed lawî
Li ser mêrga mergê, tavilê namûs nakeve bêvilê




Şûşeya lampeyê

Tu yê sê jinan bikî Baro begê
Can, nan û gan wê bi wan re bê
Roja te wê hilê bi dazdeh riman ji aliyê qudretê
Li xwe neke derengî vê êvarê vê şevê
Li xwe bike şal û şapikên kal û bavê
Bixwe tiriyên bê dendik li ser mêrgê
Baro begê, şûrê wî ne ko ye tu hingê

Canê neşîne palehiya biniya beriyê
Wê ji te re biqeşêre sêvên meletiyê
Bi devê xwe qinan derxê ji dendikê
Bi kulman biavêjî ser zimanê biçûkê malê
Ker ket heriyê bigire bi boça teriyê
Dost hatin têkeve ber pixêriyê
Dijmin hatin rake tivingê, lêxe ji textiyê eniyê
Ev xanim a kuja lêvê

Nanê neşîne ser kaniyan, nifşên avê
Wê ji te re here seyd û nêçîrê
Feqan vedî li berqef û devê newalê
Bîne çêlkewên nû derketî ji hêkê
Xwedî bike bi goştê dîk û fêrîkê
Telalan berde biniya malê
Ji çêlkewan xelk bikin galgalê
Ev xanim a xal û xetên qirikê

Ganê neşîne pez û bêriyê
Wê pezên êl û ebrê bide ber hevringê
Bi hiriyê bideribîne doşeka zavatiyê
Xwe li ser ramedinî wek mêkewa ser hêlînê
Xwe bide ber çerxê, girêde xemlê
Bi xwe bide gul û indekoyan, misk û mawerdê
Bişkîne tîna begê min, bi cêrên vê xopana Serhedê
Ev xanim a rext û bextên pişta Baro Begê


Ez î Baro begê me
Êgir berdidim nîskan heta bigihê gîskan




Şûşeya dilan

Canê xatûn gula gulanê bû gura sibatê
Tira li ser dasê vegirt xwe ji xebatê
Fiskirand ser tenûrê, rît bi beroşa zavê
Kilê çavê da ber tavê, tilaq da mistê
Bi qertan çû Baro, bi zîtikan qise dikê

Nanê xatûn beytika reşêşkan bû gura barandîtî
Wê Baro huş kirî, qanih nebû pê fiş kirî
Xatir nexwest jinikê, ji xwe re hema milmilî
Ji Baro re çend nifir kirî, dû re tû kirî
Çol fireh e, tirên sor û şor kirî

Ganê xatûna baweşîn bûye gura pişthêşîn
Da jintiya xwe, dadiweşand sîleyek bi tîn
Doşek avêt axuran, hirî ji hespê re kir zîn
Xwe avêt ser hespê ling xist rikêba zîvîn
Got, hespo me xelas kî ji şindokê mêrê bar û dîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?