A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Elîriza Spahî Layîn - Sêdilop (125 Sêxiştî)
298 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Elîriza Spahî Layîn - Sêdilop (125 Sêxiştî)

1-Ez û Tu
Ez û tu dara baxekê
Dişewtinî ji daxekê
Bigir ji min suraxekê

2-Xef meke
Ez û tu aşiqên berê
Bixwîn dîsa li pencerê
Tu carê xef nekî gerê

3-Hevalê min
Guh dagirin, guh dagirin
Dîsa dilê mi kul kirin
Hevalê min kuda birin?

4-Ar
Tu li ku yî? Li nav telê*
Ez li ku me? Li nav belê
Çi ar e kete nav kelê

5-Fetîr
Nanê fetîr, nanê fetîr
Bi hêstiran bûnî hevîr
Li ser çîkan çûnî ji bîr

6-Nikam
Çi jane sa dilê mi ra
Ku bê te hal dikim vira
Çima nikam bibêm, bira?

7-Tamil
Rûnî, sa te derdidil kim
Çavan ji hêstiran şil kim
Belkum vê jana tamil kim

8-Derman
Rê girê dan li ermanan
Birîn çê bûn bi xermanan
Xelko bibînin dermanan

9-Mala
Sîseboza mîna sêvan
Mîna gulan ken li lêvan
Mala li min bûya mêvan

10-Xwîn
Gullêk piçya li dengê bê
Gulek vebû li sîngê çê
Dîsa kanyek xwîn kete rê

11-Bi Dû Te
Bi dû te ra hatim - çûme
Ji pê ketim, ji cîn bûme
Meger ji te dest dişûme?

12-Dûman
Dûmanek hat daran dû kir
Bê ji sermê cengel kû kir
Dûman revî bê ra dû kir

13-Hişkesal
Ji baxan tê, dîsa yar e
Barek êzing kirye bar e
Nam ji çi ye Dil bi dar e?

14-Çav Li Rê
Mala dihatî vê mala
Te ez didîm li vê hala
Çav li rê ye va hevala

15-Hûr
Didan hûra hûr dikene
Ji ser çîyay dûr dikene
Lêva hîvê, nûr dikene

16-Baran
Li ser baxan barî baran
Gul kenîn li şaxên daran
Hêstir kete çavên yaran

17-Ar
Dil, sa te ra li nav êr e
Aşiq ji canê xwe têr e
Carê bifkir, yar li jêr e

18-Heval
Li paş wan dîfalên hesin
Hevalên me hîn bêkes in
Xelko, çima pê nahesin?

19-Selam
Lê çûçikê nikil bi xwîn
Sa hevalên dil bi birîn
Selamekê ji me bigîn

20-Yar
Yara min a bejin zirav
Mîna çiryan dişewtin çav
Ji derdê te ez bûme av

21-Haşa
Rinda min a henî qaşa
Li nav belê hal nexwaşa
Ez te ji bîr kime? Haşa!

22-Dara Merxê
Dara merxê li ser çîyekê
Av daye min ji kanîyekê
Kirme xewê mîna dîyekê

23-Teşî
Janên te bi dil da meşîyan
Hêstirên min nêm nêm reşîyan
Ketme çerxê mîna teşîyan

24-Hesret
Dûmanek hat ji çîyê dûr da
Bi ser me ra girt ji jûr da
Hesret dikşînim ji kûr da

25-Xelas
Xelko çima xwe nas nakin?
Sa meydanê xwe xas nakin?
Xwe ji dest xwe, xelas nakin!

26-Wenda
Malan bar kir rabûye toz
Ji pê ra çûme poz bi poz
Min wenda kir ew yara boz

27-Sîyaran
Li ser çî berf û baran e
Gurme gurma sîyaran e
Dilê min li cem yaran e

28-Kuda Terî?
Uskur zerî, uskur zerî
Tifang li pîl, kuda terî?
Xwedê bike zû vegerî...

29-Pîyan
Ez li vir im, tu li çîyan
Bi bîra te, ez bi gîyan
Bi kenê te dibim pîyan

30-Wext e
Ji ser çîyan dêxistinî
Hînga ji hev êxistinî
Wext e dîsa hulistinî

31-Vê Xelka
Em xizanê vê xelka nî
Dil û canê vê xelka nî
Em zimanê vê xelka nî

32-Xelko
Xelko hûn çîkên asmînin
Şevên tarî dişewtînin
Rê wenda bû, xwe bighînin

33-Gazê
Xelko werin bi pêşwazê
Ez bibarim gilê - gazê
Çavê min hêstir dixwazê

34-Işqî
Xelko ez li we işqî me
Bi kenî we ez kenîme
Hûn bigrîn, ez digrîme

35-Derman
Birîn bi dil da xerman in
Her birînek sed erman in
Elo xelko! Hûn derman in

36-Guh Dagir
Heval! Tu li min guh dagir;
Li ser te bişewte agir
Tu serê xwe bilind dagir

37-Cewr
Gulek vebû li ser qewran
Bejn kişîya çû nav ewran
Vexemirî ji dest cewran

38-Hîvek
Gulek vebû, dore tîkan
Hîvek kenî li nav çîkan
Şev işkênand dengê dîkan

39-Xizan
Me xizanên çîya – banan
Ar berdaye zivistanan
Ji bîr mekin me xizanan

40-Camêr
Heray dike tê ji jêr e
Ture‏piştî tijî şêr e
Her kî heye pir camêr e!

41-Qirr bûn
Tê bîra te em pir bûnî?
Wê salê ji hev birr bûnî
Gur kete nav me, qirr bûnî!

42-Têr Xwarine
Gep nakin bi zimanê xwe
Kirne duşmen xizanê xwe
Têr xwarine ji canê xwe

43-Sîya darê
Biroş* li ser kurrê yarê
Dilîze li sîya darê
Şîr diçelqe li ser şarê

44-Kî Man?
Li paş wan dîwarên sîman
Hevalên me tî- birçî man
Nizanim kî kuştin, kî man?!

45-Birîna min
Birîna min mîna çalan
Kûr bûye li bayê salan
Ser nê girtin bi tu halan!

46-Kanî
Kelî ji nav merxan, kanî
Beydaxa hêşin hilanî
Ghîşte colgê, li ser danî

47-Sade
Min dil da te, min ê sade
Kuştim vî derdê bêwade
Qusse yaxê min bernade

48-Dilê Min
Dilê min hate işkestin
Emma xelas nabe xwestin
Dilên mîna min, nawestin

49-Bêwestan
Min dil danî li nav destan
Lê dêxine hîn bêwestan;
Dibê; heray kuştim mestan

50-Duşmen
Duşmen kanê, duşmen kanê?
Duşmen tune li meydanê
Duşmenê me, em bi xwa nê

51-Çima
Umreke sa xelkê yar î
Ji birînên wan bi par î
Çima ji kurmancan qar î?

52-Sa Wan
Koç bi rê ket da ber zawan
Xwe xemlandin keçk û lawan
Xwedê can çî dagir sa wan

53-Mirim
Birînên min derdên duh ne
Mirim ji des janên kuhne
Heray! Yarên min li ku ne?

54-Merxa Gir
Merxa gir e ser çingê çê
Sîngê hêşin da hember bê
Zinaran ser bilind in pê

55-Merx û Kanî
Merx û kanî nika yar in
Bejnên hêşin sed hezar in
Darên rabûne, serdar in

56-Hêz
Çîya ji wî dil bi hêz e
Kîvîyan sa wî ra rêz e
Ew kurdê welat parêz e

57-Baxan
Aliş bûye navê baxan
Şevnêm bûye avê baxan
Hêstir ketye çavê baxan

58-Mûzî
Meytê xizîn ma sa dê ra
Bûne mûzî sewa sê ra
Derdê xwe bêjin sa kê ra?

59-Kê?
Umrek bi ser me ra girtin
Ken ji lêvên me hilgirtin
Birînên me kê hêjmirtin?

60-Xewn
Hêstirên min derdê kê ne?
Xewnên min ê xizantyê ne
Nêm nêm ji çavên min têne

61-Herd
Hêsîr manî li vî herda
Canê me xwar vê namerda
Kî hal ke axir vê derda?

62-Tijî Tîkan
Şev kişya û xef kir dîkan
Ketnî rîya tijî tîkan
Dengê xelkê ghîşte çîkan

63-Rind û Kûtî
Tûmek anix, tûmek mere
Rind û kûtî hatine çere
Me ji dinyê nedî bere

64-Toz
Hîvrohîn bû, colge boz bû
Sîyare diçûn, rê bi toz bû
Dil zivistan, dem temoz bû

65-Ji bîr
Li hîlya te xwe difkirim
Min nas nakî ez dimirim
Kê ez ji bîra te birim?!

66-Çend Hêstir
Mal hatin ji çîya merxê
Dûr ketin ji dîya merxê
Hêstir man li sîya merxê

67-Rîyan
Çûnî çîyan ez û malan
Hatin-çûna li nav salan
Rîyan umrê me kir talan!

68-Nav
Satê bigir wan çavê xwe
Werîn bîrê dê-bavê xwe
Çûn, sa me danîn navê xwe

69-Xo
Ewravî hatine ser waran
Dîsa li me barî baran
Xo çilkî ji biskê daran

70-Nizme
Nizmêk barî siba biharê
Gul kenîn li şaxên darê
Dilgerm kirim rozigarê

71-Erman
Sendîfal û qûşe xerman
Mal îsal jî man li german
Çîya sa me bûye erman

72-Hîn Pa Ne
Hezar meçît bi dûman e
Darên merxê li nav xa* ne
Rakev bira, ew hîn pa ne

73-Bavkalê Min
Bavkalê min, bavkalê min
Temaş dikir li halê min
Digot: rabe hevalê min...

74-Refê Xelef
Refê xelef, refê xelef
Gul lê vebûn ji çar teref
Keran xwarin kelef kelef!

75-Lahîn
Tûfan rabû ji orta çî
Tarî kir ji colgê ta çî
Lahîn ma, pişta xwe da çî

76-Çîze
Çîya sar bû girte çîzê
Dê kete kwînd ji dû qîzê
Gulyên* merxê li hemîzê

77-Bûk û Zava
Rûniştine li bin tavê
Ji zêw da tê dengê avê
Xweş bi halê bûk û zavê

78-Cînar
Li pîlên me barek ar e
Li dilên me arek bar e
Nizanim va çi cînar e?

79-Bi Xwe Qerra
Elê keçka bi xwe qerra
Te dilê min bir bi xwe ra
Derdê te kuştim bi ser ra

80-Çav Li Rê
Ez çîyekî berve bê me
Sîseboza bin berfê me
Sa biharê Çav li rê me

81-Ji Çavên Min
Kelî ji bin kevran kanî
Li dilê min qedem danî
Ji çavên min ser hilanî

82-Jenê
Li mahîna hêşin lêdenê
Çav digîrî, lêv dikenê
Durna* kurdan dibin jenê

83-Napirsn
Dil bi jan e, çav bi hêrsin
Mêr ji çavê reş ditirsn
Carê derdê wê napirsn

84-Bêhejmar
Gepên min û te hezar in
Barê dilê me zinar in
Birînên me bêhejmar in

85-Dil Bi Dar
Van kanyana dil bi dar in
Hêstir germ û hesret sar in
Avdizan xwîna wan xwarin!

86-Ji Min Dûrî
Ken şîrîna didan hûrî
Fek xunçeya lêf bilûrî
Hîvê, çima ji min dûrî?

87-Qefes
Gava ku te bi bîr tîne
Ar, dilê min dişewtîne
Şûna şêran qefes nîne

88-Çavkanî
Bejna bilindê nav navan
Çavkanîya giştî avan
Nûr dişurre ji nav çavan

89-Kel
Rê, xwaribû li çî kokel
Rêkoçê daye ber kotel
Xo ji çingê çîyan çû kel

90-Kanî Kanî
Av herikî kanî kanî
Dengê kanîyan zaw hilanî
Ax ku dîsa em tî manî!

91-Avzimk
Avzimka pîre bin qatê
Xicaw umreke jivra tê
Nasekinin hêstir satê

92-Av
Tîyan canê min hilanî
Sa avê çûm; xanî xanî
Kelî ji mala min kanî!

93-Yara Min
Yara min a ser bi zîvê
Gulyên te heft bost û nîvê
Nê çavên te rewşa hîvê

94-Xwedêyar
Deve anîn, malek bar be
Yara min li ser sîyar be
Tere, xwedê pêra yar be

95-Şah Xanim*
Ava laynê ghîşte bûrî
Ji ser bazdan bêlek hûrî
Ka xanima dest bi çûrî?

96-Pest
Di mal da ma ji qedpestî
Karda duşmen bûye destî
Behre nedya dilişkestî!

97-Nikam
Di nav mal da xwe hêsîr kim
Deryan li ser xwe zincîr kim
Kînga kaynim te ji bîr kim?

98-Wenda
Dûmanek hat, wenda bûnî
Hey ketinî, hey rabûnî
Dûman revî, em şa bûnî

99-Bêbexit
Xwedêxwestî li ser textan
Dest li ser sîng em bedbextan
Şansa me nanî tu wextan

100-Bêxêr
Ji ewqes genim û şalî
Xapeynî bi mistek xwalî
Me xêr nedî ji tu alî

101-Naçar
Va rêkoça naçaran e
Rîya me dûr ji waran e
Bîne li dest cînaran e

102-Çav Li Pêş
Jûnyên devedaran dêşin
Zaw, me li hev diguvêşin
Hîn jî çavên me li pêşin

103-Peryê
Hate avê, bişû heryê
Av daye min bi bêderyê
Min ramîsa destên zeryê

104-Ar û Girr
Li berxbirrê, li berxbirrê
Zend hildabû dînedirrê
Ez kuştim ji ar û girrê

105-Bêhn
Te vedişêre dîya te
Bêhna te tê ji rîya te
Te nas dikim ji sîya te

106-Van Şê’rana
Her şê’rek min sê xet name
Sê jan û birînek sa me
Ji bîr nabe birîna me!

107-Fîroze
Yara min a sîsebozê
Tu wenda bûy li nav tozê;
Heray ji derdê fîrozê

108-Sa wê
Malan bar kir, çûn merawê
Ez mam li genim derawê
Dilê min pir tenge sa wê

109-Ka Fîroze?
Umreke li ser gulîlê
Digrîn çavên berfendîlê
Ka fîroze; gula îlê?

110-Lîstik
Çi lîstik bû, malik malik
Lêwik daye bin xwe falik
Keçik dane mêrê kalik

111-Tûfan
Tûfanek hat dinya tev da
Ghîşte kela me ji şev da
Giryanî em bi ser hev da

112-Dû
Xwe kurqot kir paçesûrê
Dû, kelî ji nav tendûrê
Ro wenda bû li bin pûrê

113-Nalîzî
Tu ku sa min pir azîzî
Çima ranabî nalîzî?
Meger dengê dil nabhîzî?

114-Dirrî
Neke gulan ser bibirrî
Carê te dî xwîn hilifirrî
Li dawa te bûye dirrî!

115-Vê Bihara
Vê bihara gul işkiftin
Çav bi halê me hingiftin
Bi hêstiran da perçiftin

116-Henî
Duşmen bi wan lêvên genî
Dîsa bi halê me kenî
Rabe bira, jivra henî

117-Du Çav
Yarek çû û du çav giryan
Du ar dadan li bin biryan
Xelko, bibînin wan çiryan

118-Dilê Aşiq
Tu çav reş î, ez çav mêşin
Li hember hev bûnî hêşin
Dilên aşiq sa hev dêşin

119-Hesret
Her çi dibêm gep hîn mane
Hesret bi dil da xerman e
Te ramîsim çi erman e

120-Sendîfalî
Ji vî alya ta wî alî
Ban dikime nabe halî
Eman keçka sendîfalî!

121-Jêva
Malan bar kir ji warê xwe
Hêstir rîtin ser arê xwe
Jêva nabînim yarê xwe?

122-Ocax
Rûniştî li hember ocêx
Nanê xwe daye ber ocêx
Dil dikele li ser ocêx

123-Paşûr
Runiştibû li paşûrê
Hêstir dirît bêhedûrê
Beref bibûn çîk li dûrê

124-Ka?
Yara me çû, dil xwîn girya
Kuda çû ew çav û birya?
Rê tarîye ka ew çirya?

125-Xwîn Kirrîn
Merxa hêşin hate birrîn
Bêlek çûçik ji ser firrîn
Xwîna cêngel hate kirrîn

*Ji pirtûka “Sêdilop”ê, weşanê Madyarê, Sine - Kurdistan, 2020
*Şîrkûh Pehlewanî edîtorê helbestvanî ye, ji aliyê wî ve ji bo me hatine şandin.