A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Elîriza Spahî Layîn - Mîna Mal (30 Çarîn)
201 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Elîriza Spahî Layîn - Mîna Mal (30 Çarîn)

1-Kurd
Li ser çî, hêstirên tavê dibîne
Ji warê xwe, tenê navê dibîne
Hîne ser kanîyan ku rûdine, kurd
Kelîna xwîna kalbavê dibîne!

2-Can
Dibêje: jin hinek jîn in, hinek jan
Dibêjim: jin, jîyan in, eynê mêran
Keçên kurdan; gulên kesk û zer û sor
Hema şêr in, hema işq in, hema can...

3-Mal Ava
Xwedî derdo, xwedî deng û dutaro
Çi bû te terka me kir, dil bi daro?
Dizanim hîn li yara gul, digerî
Here mala te ava, şasîyaro!

4-Nîv
Şeva borî ji nîvê, baş li hîvê
Ku va nana, mi nîvek xwar li şîvê
Elê hîvê bibîn, birçî me ez hîn;
Û çavê min maye dîsa li nîvê

5-Min Çima?
Dîya dilreş ku ser hîva mi cil kir;
Dîsa çîk derket û çavê mi şil kir
Ji çavê herdê bêhêvî me emma
Mi bi çi eqlî ji yara xwe, dil kir?

6-Ramîsan
Ez û tu, sorgulên li çî vebûnî
Du kurdên şad û qet bêxem nebûnî
Te îşev radimîsim ta nebêjin
Ku em ji her çi ermanên xwe bûnî

7-Koçer
Digerya û digerya û digerya
Ne deryek ma, ne daristan, ne derya
Mîna her koçerî, yar hate bîrê
Bûye teyrek, li çingê çî vegerya

8-Çima Em?
Cihan tev ceng e û talan û çaxûn
Dikin işq û jîyanê poç û paxûn
Nizanim kurd sa çi bûne dijmen?
Çima xweng û birano, em? Çima hûn?

9-Zar
Li vî diltengîya hêsîr û zar im
Şev û ro, bêhedûr im, dil bi dar im
Dixwazim te bibînim, lê tu dûr î
Dixwazim te ji bîr kim, lê nikarim!

10-Îşev
Xerab im, dax im û dilgîr im îşev
Bi dest derdê te da hêsîr im îşev
Ji dû umrek ku bê te, min xwe dagirit
Nikarim hêstiran veşêrim îşev!

11-Daxek
Şemalek hat û bençêk gul, ji baxek
Çinî û her gulek danî li taxek
Niha her yek li warek manî em, kurd
Hema, me nas dikin hîn jî, ji daxek

12-Welato
Ji mîrata te lahîn maye sa min
Zimanek nerm û şîrîn maye sa min
Welato gep bimîne, li çîyêk dûr
Nexanek kuhne jî, hîn maye sa min

13-Kulav
Welato ji te navek maye sa min
Ziman û dê û bavek maye sa min
Mi tu ispartî hellacan û hatim
Bibîn, ji te kulavek maye sa min

14-Evîndar
Mîna hîva li ser çingê çîyên sar
Mîna merxa ku li sermê bûye dar
Ji ser da, xweş im û ji dil, birîndar
Evîndar im, evîndar im, evîndar

15-Birîn
Ji ocaxê te tînek maye sa min
Ji sê rengê te şînek maye sa min
Welato li xwe dilgerm î ku hîn jî
Ji işqa te birînek maye sa min

16-Xewer
Elê xwenga min û giştî birên min
Tu dayîka ji qiçik ta girên min
Xewermerga te hanîn sa min? Eywax;
Kî sa te bîne barê hêstirên min?

17-Hêlîn
Tu hêlîna temamê jan û derdan
Tu bêhêlîn kevûta her çi herdan
Te ku çavên xwe dane hev, ji vir çûy
Bibêj derdê te kî girtin, tu berdan?

18-Derd
Elê xwenga min a dil tijî erman
Elê hêvî û hesret sa te xerman
Veşêr janên xwe, kurda min li axê
Ne derdê te kesek nas kir, ne derman!

19-Şukr
Xwedê şukra te ku nabawer im ez
Gula min çû û hîn lê digerim ez
Xwedê şukra te, vê şîna dikim fam
Dema ku wext e ji dinyê herim, ez

20-Nobe
Xicawa bangîyan tê, xem giran e
Kulam û jan bi hev ra istirane
Xwe sa te kuştine xwengan, gula min
Bihêl ez jî herim, noba biran e

21-Jan û Jîn
Li vê dinya eger yarek nebînî
Eger aşiq nebî, bê dil bimînî
Eger te tunebe janek li jînê
Gerê qewra xwe, hîn xwaşî, hilînî

22-Kelat
Welatê min, welatê min, welato
Welato, qehremanê bê xelato
Meterkîn sengerê nadir, bigurmij
Dîsa jî lengerê dagir, kelato

23-Ez û Tu
Tu cînar î, tu yara tirk û tatî
Mîna rê, her kuda ez çûm, tu hatî
Li hev, derdan girê danî, ez û tu
Li yanê min bimîn, rinda kelatî

24-Doleba
Li erdê ling û ser li asimîn e
Ne dişkê û ne ji çûnê dimîne
Mîna kurdan, li rê ye doleba jî
Li bin barê birînan jî dixwîne

25-Nehat
Mi got dilteng im ez, dilteng e, ew jî
Li sêpêyê dil bi dar in, meşk û dew jî
Şevaro, çav li rê mam û nehat ew
Nehat û çû ji van çavê mi; xew jî!

26-Bejn
Me gul da û li daran* niştinî em
Ji bêdengî, şemalan miştinî em
Tenê, bejna te dayîka welêt ma
Ku manî û li bin rûniştinî em

27-Hûn?
Hevalên tirk, nanê min dixwazin
Ereb, deng û zimanê min dixwazin
Hevalên fars, ez kurd im, birê we
Bibêj, hûn çi ji canê min dixwazin?

28-Tenê
Dibim gul tu mi sa yara xwe jê ke
Dibim bêhna gulan, min tev li bê ke
Bike her kar dikî, cînaro, emma
Tenê "wexta ku mir, kurdek ji dê ke"!

29-Ji Çavê Min
Dikarin vî dilê min xav û xwaş kin
Birînên kûrê kurdan, hal û haş kin
Dikarin, ger ku tirk û tat bikarin
Ji çavê min li vê dinya temaş kin!

30-Ji Çavê Me
Mîna me, ew neman û namirin ew
Mîna me, serhedan danagirin ew
Dizanin çav li rê nî, lê tu caran
Ji çavê me li kurdan nafkirin ew

*Ji pirtûka “Mîna mal”ê, weşanê Madyarê, Sine - Kurdistan, 2020
*Şîrkûh Pehlewanî edîtorê helbestvanî ye, ji aliyê wî ve ji bo me hatine şandin.