A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Elîriza Spahî Layîn - Ez im Kurd
479 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Elîriza Spahî Layîn - Ez im Kurd

Ez im kurd

Tawanbarê berxwedanê
li hemberî nejiyanê
û li hemberî ba û birûskê
helbestek im bênav û nîşan
nivîsandî li ser kevirekî
li qefsînga çiyayekî
bayê xwest min bimale
baranê xwest min binpê bike
berfê xwest min veşêre
Erdê xwest min binax bike
lê, Rojê xwest ez bimînim û bikenim
û bi salan e ku mame
wekî kulîlkekî ser zinaran
wekî kûvîyekî nava meraran de
û wekî Kurdekî di binê waran de
bi destekî vala
û bi dilekî tijî…



Ez im kurd

Tawanbarê hebûneke bêmerz
û jiyaneke bêrêz
tawanbarê bêçima hebûnê
û bêçima jiyanê!
Çima li gundan bêyar im?
Çima li bajaran bêkar im?
çima ji xwe bêzar im?
çima li welatan koçber im?
çima bi salan e li zîndanan
hêsîr im
ji destê azadîyê…



Ez im kurd

Tawanbarê nezanîn û nikarîna xwe
tawanbarê imrekî tirsînê
imrekî nepirsînê
imrekî nexwestinê, nebihîstinê, nedîtinê...
li her welatî, yê bêziman
li her dibistanê yê bêzanist
li her komê yê bêdeng…
li her bajarî, yê bizarawe
ne Tirkî baş dizanim
ne Erebî, ne Farisî…
lê, stranên xwe bi erebî dibêjim
helbestên xwe bi tirkî dinivîsim
nivîsarên xwe bi farisî dixwînim
û kes nizane ez kî me...
bi tirkî dinvîsim
lê, ne bi başiya tirkan
lewma, tirk min hez nakin
û kurd min fêm nakin
ne têm xwendin
ne têm bihîstin
ne têm dîtin
li cem tirkan û farisan û ereban
yê herî nezan
li cem kurdan yê bêziman…


Ez im kurd

tawanbarê reviyana ji xwe
kurdên cînar
ji kurdiya min hez dikin
lê ji zimanê xwe fedî!
min ji dest dane
guhdarên xwe
mişterîyên helbesta xwe
beşdarên gotûbêja xwe
bîrawerên bîranîna xwe…
çima ku cînaran
bihîstine ji dîwaran
sedema şûndemayîna wan
zimanê wan e...
sedema bêperetîyê
sedema bê nan û avîyê
sedema bêzanistîyê û
sedema bêwaritîyê...
û sedema bêçimatîyê!



Ez im kurd

tawanbarê bêxwedîtîyê
tawanbarê bêxwedatîyê
tawanbarê bêolitîyê
bê peyxembertîyê
û nebawermendîyê
bê paşeroj...
bê parêzer...
bê mifa...
bê maf!
bê ziman
bê pere
bê mal
bê heval!
Lê, nizanim çima...



Ez im kurd

tawanbarekî bêsûc!
li berxwedanê yek im
li êrişan yek im
li parastinê yek im
lê, li wergirtina heqdestê...?!
axavtinê nizanim û nizanim çima...
li ziman û çanda xwe dilgerm nînim
û nizanim çima...
ez bê rojname û tilivîzon im
û nizanim çima...
lê, dema dipirsim çima?
tê gotin:
eva pirsa dijminan e
pirsa neyaran e…
lê, nizanim ku dijmin kî ye
û dost kî?
dijminatî çî ye
û pirsa dijminan bi çi rengî ye?




Ez im kurd

tawanbarê evîndarîyê;
gor hemû erk û qnûnan
wekhevî baş û hêja ye
lê, ez
dema ji evînê dibêjim tawanbar im
dema wekhevîyê dixwazim tawanbar im
dema pêşketinê hêvî dikim tawanbar im
dema heqdesta bavê xwe dixwazim...
dema navê xwe dixwazim...
dema hejmara însanên xwe dixwazim...
dema mafê xwendin û nivîsîna bi zimanê xwe dixwazim...
dema şevbirka helbest û mûzîkê dixwazim
û dema weşana helbestan û pirtûkan dixwazim
zû li hemberî min radiwestin û dibêjin:
tu şoreşger î
tu dijminê welatan î
tu dijî asayişa netewan î
û tu parçekera yekitiya axan î...
lê, nayê gotin ku:
çima helbestên min nabin pirtûk
kitabên min nayên weşandin
weşandiyên min nayên xwendin
û xwendiyên min nayên bihîstin?
eva helbesta -wek mînak-
ji kûrahiya dilekî xwîn derdikeve
eva helbesta ku bi xwe
tim di bin metirsiyan de
goştê xwe xwariye û xwe veşartiye
di sîbera bêdengiyê de maye
û hemû janên xwe bi nîvê ra hiştiye…
erê eva helbesta weke mînak
bêdeng dimîne
di nava defterê de
di binê sandiqan de
xwe vedeşêre di paşila şivanekî de
di nav tûrê hejarekî di newalekê de
di binê çalekê de
di tarîtiya odeya malekê da
û nayê belavkirin
belkî zindî bimîne
û li rojekê ji dîroka pêşerojê de
ji zîndana zindîgoriyan de serî hilde...



Ez im kurd

tawanbarê sadetî û azadetîya xwe
tawanbarê bê bextiya dîrokê
tawanbarê xwastekên biçûk
tawanbarê hêviyên xwezayî yên destpêkî
tawanbarê gotin ji pêwîstiyên seretahî
tawanbarê fikirîn bi dengekî bilind
evîndarî bi dengekî bilind
fîtik bi dengekî bilind
stran bi dengekî bilind
axavtin bi dengekî bilind
û jiyan bi dengekî bilind…
û nizanim ku
dinya qada şeran û cengan e
dinya warê xapan û veşartinan e
ne şûna evînan û dengan!



Ez im kurd

tawanbar im
û yekim kes im ku
tawanbariya xwe bang dike
û dibêje ku:
gorî bawera min
însan bo veşartina xwe nîne
veşartin bo derewan û derewînan e
ez însan im
wek hemû însanan
bi reşan re reş im
bi spîyan re spî
bi çermsoran re sor
bi zarokan re zarok
bi mezinan re mezin
bi tirkan re tirk
bi ereban re ereb
bi farisan re faris
lê, bi xwe re bê xwe!
ez wek hemûyan im
û kes wek min nîne
bi her zimanî biaxivim baş e
lê axavtin bi zimanê min nexwaş e
matmayî me ku
ez wekî hemû gelan im
û ti gel wekî min nîne
û serxwebûna min bixeter e!
ez wekî tûtîyan im
ku dema wekî hemûyan e
zîndanî ye
dema wek xwe ye
azad e!
keça min pirsî:
bavo, çima keça xaltîka min
li kolanên Meşhedê
bi farisî diaxive bideng
û bi kurdî diaxive bêdeng?
min bersiv da:
keça min, sûca wê nîne
van demên dawîn
axavtina parêzerên sinoran û pilingên çiyan
di nav bajarên mezin de qedexe ye
bajarên mezin
tenê rêza tiştên biçûk digirin
mixabin xaltiya te
ew tişt ji keça xwe re negotiye
ku ew çêla /çêleya pilingan e
û loma nizane ku
piling ji dengên bilind natirsin
piling ji zimanê xwe fedî nakin!


Ez im kurd

Tawanbarê hezkirin ji nezanînê
min navê Zîlanê li keça xwe kir
lê xaltîya wê dibêje navê Zehra baştir e
dipirsim: wateya Zehrayê çî ye?
xaltî bê deng dimîne
çima ku nizane wateya zehrayê gul e
û zîlan û zehra bi yek wate ne
lê, ew
dema ku nezane wateya navan
zêdetir hez dike ji ewan
ew kurd e
em kurd in
em nezanînê zêdetir hez dikin
nezan, neyaran zêdetir hez dikin
Û neyar jî nezanan!

*Ji pirtûka “Tawanbar”ê, weşanê Bîjenyûrdê, Bijnort - Xorasan, 2020
*Şîrkûh Pehlewanî edîtorê helbestvanî ye, ji aliyê wî ve ji bo me hatine şandin.