A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Elîriza Spahî Layîn - Duçar (30 Çarîn)
181 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Elîriza Spahî Layîn - Duçar (30 Çarîn)

1-Gaşe
Ji ser sêdarê
Em nayên xwarê
Gaşe dinya, me
Bibîne carê!

2-Erman
Derdê bê derman
Xem bûne xerman
Şev û roj sa me
Bîst û çar erman

3-Hêstir
Çilkek hêstir im
Li te difkirim
Çavên xwe veke
Nehêl bimirm!

4-Du Rê
Tenê du rê ne
Ku bi çirê ne
Evîn û zanîn
Yê din girê ne

5-Bawer
Janê eser kir
Çavê mi ter kir
Ketme çavê te
Ta te bawer kir

6-Wî
Şev û ro kar e
Dil birîndar e
Şev ji wî qar e
Ro li wî nare

7-Çira
Şeva bi baran
Şerya li daran
Çira vêxistin
Sa bêx ra, naran

8-Hîv
Hîva mi derket ser Gulîlê
Ala li dest, birno li pîlê
Tîfegul e, çavek li Êwez
Tîfegul e, çavek li îlê!

9-Yara min
Pir şîrîn e, yara min
Xalzêrîn e, yara min
Dema ez sa te dîn im
Kî dîn nîn e, yara min?!

10-Çok
Li ser kanyê, keçk û bûkan
Rûniştîbûn, bişûn nûkan
Dene dene, dan kevûkan
Ez ji bîr bûm li ser çûkan

11-Kanî
Çavên te kanî ne
Sa aşiqan tî ne
Li ser xwe, wan dîsa
Mala mi danîne

12-Şandin
Daran diçînim
Şêran dixwînim
Gulan kom dikim
Sa kê bişînim?

13-Yekdeng
Em tev bira û xweng in
Tev yekdil û yekreng in
Em kurd, hemû heval in
Li pişta hev, yekdeng in

14-Xweşî
Bêhna biharê tê
Dengê simarê tê
Xweş tên, lê xweşya min
Hîn jî, ji yarê tê

15-Şûna Te
Dîsa sêzde ye
Va cejna me ye
Li dilê gulan
Şûna te ve ye

16-Dax
Şev, sa te bi şîn e
Dil sa te ra dîn e
Ez sa te ra dayîk
Dax im, hîne, hîne!

17-Em
Em bê dirav inî
Bê nan û av inî
Şukira xwedê li dil
Hîn jî bi nav inî

18-Dîya Min
Ewrên xem û derdan
Çavên çîyan berdan
Bi ser dîya min da
Barîn, li çar herdan

19-Serêvar
Mal; tarî û sar e
Şev; qet li min nare
Çîka sibê rakev
Vir, hîn serêvare

20-Rind
Gûryanî em; zinde
Halê me hîn rind e
Janan nizanin, ker?
Çermê me qalind e!

21-Çavên Şil
Hate mi dengê dil
Dîn bûm, ezê baqil
Dil sa xwe, kenî, çû
Ez mam û çavên şil!

22-Dilişkestî
Bûka mîna guldestan
Xine ma li ser destan
Çû, bi dilek işkestî
Sîyar bû li darbestan!

23-Nifir
Canê me xwar te rûgewrê
Li caylên me dikî cewrê
Hîn ji me dixwazî sewrê?
Elo mergo, herî qewrê!

24-Kenîn
Çûme gulzarê
Geryam li yarê
Bi min dikenîn
Gulên biharê

25-Orzelî
Berfendîl helî
Kanya dil, kelî
Bûka dûmanê
Dû kir orzelî

26-Hesyan
Hat bihara min
Şîn bû dara min
Dar, pê nehesyan
Gul da, yara min...

27-Nabe
Dilê min şa be
Yar tê, de rabe
Govendê bigir
Çav li rê, nabe

28-Çavkanî
Helbesta min, lal e
Destê min bital e
Li işqê, digerim
Çavkanî li mal e

29-Dîsa
Îşev li yanê min
Raketye canê min
Dayîk dilorîne
Dîsa zimanê min...

30-Eger
Ba û barif e
Dil, diricife
Yex dikim, eger
Ew, neaxife

*Ji pirtûka “Duçar”ê, weşanê Madyarê, Sine - Kurdistan, 2020
*Şîrkûh Pehlewanî edîtorê helbestvanî ye, ji aliyê wî ve ji bo me hatine şandin.