A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Elî Herîrî - Têt
680 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Elî Herîrî - Têt

Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt
Be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt
Ke mîhman canê canane le ser cavê me mihmane
Be mala cumleê xane ke şahê cumleê xan têt

Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîrin
Be can menzilgehê mîrin telebkarî ke sultan têt

Telebkarin dil araîm medîm yarin bû yî şaîm
Le bejna ‘er’erin daîm sîyeh mar lê be colan têt

Sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran
Ku xas û ‘am bibûn heyran le cîran ‘enber efşan têt

Du zulfên ‘enber efşan in du le’lên şekeristanin
‘Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt

‘Ecêb bir ke mirarî tê le sedde qewsê tarî tê
Sîyeh pencên xumarî tê ji mexmûran du eslan têt

Ji mexmûran tu mexmûrî be cî hişt ‘eqreba jûrî
Tewafa beytê me’murî le burcan xûn be sîran têt

‘Eqarib hat û bê hed hat le wê burca zeberced hat
Vebala qewsê eswed hat le tilbey mahî taban têt

Le heyva kewçêrîn kamil ve ehlan ra nehiştin dil
û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt

Gulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xuste
Binefş û nêrgiza mest e cinisrê le’l û reyhan têt

Reyahîn sosin û werdin le şêx Elîyê xerîb ferd in
Weristê ehmer û zerdin herû sed car bi efxan têt

Ji efxanan nemayim têr du’a goyê te ez bê vir
Bebête şer du esleh dîr ‘heta vî qasidî can têt

Bebîne rû şemalînê were hindavî balînê
Ji dest ahan û nalînê çe reng feryad ji esman têt

Be feryad û be hewar e ji dest ahan min ew kare
Me lazim bendeê jar e ji seyyidî çe ferman têt

Seyyidî heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra
Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt