A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xursî - Tenê Bo We Dibêjim
156 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xursî - Tenê Bo We Dibêjim

Berf…
di dev
û kepuwê min re
fûriya
tilîyên min
bûne şûşikên
qirayê
dilê min ma
dîlimekî qeşa

ji min bawer nekirin ku
min sare
tenê bo we dibêjim:
di tayê de me
* * *
Pêxwas…
birçî
û tazî mam
çavê min girînekên
hêsira bûn
ji min bawer nekirin ku
sêwî me
tenê bo we dibêjim:
bê welatim
* * *
Bo Ceza`ir…
min mecîdî
çerxî
û firing
dane hev
li Amûdê
dawa min tijî
gurçikên biraştî bûn
di sînemê de
min zarok fêrî
avjenîyê kirin
di agir de
ji min bawer nekirin ku
lehengim
tenê bo we dibêjim:
Se`îd axayê deqorî me
* * *
Xwîn …
di damarên min de
bû `herî
min xerdel
kêşand û berneda
termê min neppixî
bû heban
ji min bawer nekirin ku
pakrewanim
tenê bo we dibêjim:
Helebça me
* * *
Avdar …
di paxila min de
mayin bû
li diwazdehan
qormîş kirî bû
dema min nexwest
ku dayika min bigrî
ji min bawer ne kirin ku
raperînim
tenê bo we dibêjim:
Qamişlo me
* * *
Di çavê min de…
îsandina e`qîqeyan
di gerdena bajarên biyan de
û şarê minî jar
ji dervî nexşeyan
li paş sawîr û sînoran
di giyanê min de dima
çavşînkek bi aso ve daliqandî
ji min bawer nekirin ku
penaberim
tenê bo we dibêjim:
Kurdim.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê