A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xursî - Sêcara Rojîn
139 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xursî - Sêcara Rojîn

1
Ho.. hoy derya
Ko wisa dilpakim
Xemxurê tîna dehakim
çend caran çavînk vemirîn
<<çend dêwa..te tev vexwar>>
maye dîlê kefa şor
xwe rapêçe kefenê sor
tor riziyan
kevjal ketin şûşa
mirin bû qerpalekî dera han
nûka hay bûm…

2
Dîsa fermana masiya rakir
rûbarê qumlix û şeytanoka
te çend kustilk ji dildaran dizî
nûka haybûm

3
Min digo tu mehgerî
hevsera gure
li mêja dû Mitranekî dil keçikî
bi xwedê…min dizanîbû pencera
pîrhevokaye
vingîn ji pêlê te tê
vingîn ji odeka min
tevzînokê mirinê dilîzin ne Seyfo ma
ne Perwîn
Rojîn dîsa sê tav vexwar
nûka haybûm…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê