A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Subhekî Zû
225 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Subhekî Zû

Ez çûme derê meykedeyê subhekî zû, min dî yekî esmer
Qamet bi mesel subhê çinarê bû du keysû, manendê du Ejder

çînçîn dixuşîn zulfê li ser gulşenê ruxsar, reh şubhetê şehmar
Kher - kher dimeşîn biskê li ser qewsê du ebrû, manendê du şehperr

Mayîm mutereqqib, meger ew mezherê î’caz, carek bi dused naz
Halê me tefehhus khet û bêjit ku esîro! Ez bo te me xemxwer

Min got te di wextê seherê ev çiye da min, ey serwîqeda min!
Go ma tu nizanî çiye min da te feqîro! E‘teytûke kewser

Hetta veke lewhê sedef û xameyê yaqût, nêzîkê bi lahût
Min seyrê kirin Sidre û Tûba qedê dil co, nînin çu beraber

Hindî melek û horî, perî bêne temasa, haşa we ku haşa!
Kengê dibin ew, laîqê nezzareyê ebrû, ey dil me ke bawer!

Barî ji derê meykedeyê min me ke bê par, ey seyyîdê mûxtar!
Saqî ku Tû yî „eşhedû bîllahî“di îro, „Xanî“ bûye meyxwer
Şîrove
Enes qasin
09-10-2020, 01:35:38
ev helbest çima 20 kîte ?
helbesta resen a Kurdî zêdetir ji 16 kîtan nîne
Helbestxwêner
18-10-2020, 13:57:00
Helbesta ku li vîdyoyê dixwîne û helbesta ku we li jêr vîdyoyê nivîsandina ji hev cuda ne.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?