A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Sazê Xweş Awaz
403 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Sazê Xweş Awaz

Seydê pencahê serê zulfa şeha şehbazim Ez
Mestê cama îşweya şehnazê nazik nazim Ez

Remz û î’cazê di xûban bê îbaret medh dikem
Murşidê kamil Ez im îrohe, sahib raz im ez

Vê heyata heyretê çi bikem beqa nîne ji bo
Lew şehîdê xemzeya wê dîlbera tennaz im ez

Derdimendek min divêtin, hem nefes bit Xanî ya!
Ger me hemdestek hebitin, sazê xweşawaz im ez