A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Nûbehara Biçûkan
1302 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Nûbehara Biçûkan

Bismillahirrahmanirrehîm
Mebdeê her ‘ilmekî navê ‘Elîm
Hemd û sena û şukranî
Ji bo wî Xaliqê Rehmanî
Ku fesahet û beyan daye lîsanî
Lîsan daye însanî
Hindî selewatan hemî
Li resûlê me yê ummî
Ku bûne peyrewê di wî
‘Ereb û ‘Ecem û Kurmanc û Rûmî
Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîmene ji luxatan
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê lê danî
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkên Kurmancan
Wekî ji Quranê xelas bin
Lazim e li siwadê çav nas bin
Da bi van çend reş belekan
Li wan tebî’et melekan
Derê zihnê vebîtin
Her çî bixwînin zehmet nebînin
ûmîda me ji tifalan
Ku me ‘emel betalan
Di weqtê dewr û dersan
Bikin in’am û ihsan
Bi du’an me bîr bînin
Fatîha ji mera bixwînin

(1)
Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf
Di dunyayê tu nabî ne meşhûr û ne me’rûf

(2)
Perde ku rabitin ji ber ‘aridî dilistan e xweş
Dil ji xeman ku bête der bulbulê gulistan e xweş

(3)
‘Arifê ku b’qenciyê me’rûfî bit
Dê helîm û sabir û mewqûfê bit

(4)
Ger di te meqsûdek hebî, lazim divê li pê bilez
Xesmate me’bûdek hebî daim di emrê wî bibez

(5)
Her çi bi ‘ilmê cehl kir mubeddel
Sifrê xwe wî kir bi zêr mukellel

(6)
Ey ku te kibir daim kirye ji bo xwe merkeb
Ewwel tobê bike yî paşî bigêre merkeb
(7)
şêx û sofîtî keramet ‘ilmî xwendin hem ‘emel
Xilwet e hucre terîqa te şerî’et bê xelel

(8)
Ger te divêtin bibê mîr û ser û mu’teber
Kizb û xilafê mebêj ger te bikin ker bi ker

(9)
Her çî ku ji dunyayê berdaşte damen bû
Bê şubhe di nêv ‘amê evraşte gerden bû

(10)
Ger divêtin ku beraber nebîtin kes bi te ra
‘ilm bixwîn hem ‘emelê tu bike sin’et ji xwe ra

(11)
Her çi kesê ‘ilmekî qenc xwendiye
Dewlet e ger wî bi esil zanîye

(12)
Di fesla nûbeharê da di gel dîlber biçin geştê
Ji ew xweştir ‘umir nabit li min ewhal qewî xweştê

(13)
Mu’ellim bila dil wekî ber bitin
Divêtin ku şakir di dîlber bitin

(XELASEK)
Feînkunte tercû terîqen necat
Fexuz meslek el muzhîril mu’cîzat
Lî ma ûhîyeel Mustefa festemi’
Bi sem’irrîda fe’teqid wettebi’
ûsellîy ‘ela şafi’îy Ehmeda
Fela tense ya şafi’îy Ehmeda