A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Hilo
822 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Hilo

Dilo, rabe xwe kêf xweş ke, biçîn seyra gulistanê
Bese, carek tu xwe bi weş ke, Hilo! Da biçne seyranê
Gulîstan wekû sorgul tê, çimen misla ku sunbul tê
Hezar bulbul bi xulxul tê, di fesla mahê nîsanê
Di fesla çardeyê nîsan, me dî bû dîlberek dîsan
Be dil meş´el çira îsan, me can da şubhê perwanê
Me can da dîlberek sade, letîf û sox û begzade
Ji qeydan kir me azade, nîhan xwendîme diwanê
Nihanî, xelwetek da min, ji le´lan şerbetek da min
Bi dîn guh şîretek da min, girim bende di fermanê
Ji fermanê kî haziq bit, û naxwazî munafiq bit
Divê her dem muwafiq bit, wekî şêxê di senanê
Wekî şêxê, dê hazir bit, li fermanê ku nazir bit
Bi emrê dostê kafir bit, bi sojit suhfê quranê
Disojim suhfê mektûbê, bi emrê yar û mehbûbe
Dema dil dim bi metlûbe didem ez dîn û îmanê
Eger dîlber mecazî bit, ji rengê lebsê xazî bit
Bila sofî ne razî bit, bi mîne ew di hirmanê
Binê, sofî qewî dîne, wekî xuffasê miskîne
Li nik wî roj tureng nîne, xwe naspêrit direxşane
Dilê wî kor û e´ma ye, ji weslê dûrîda maye
Li ber wî derge dadaye, nehîste bête dîwanê
Ez im serxwes ji wê camê, ez im ruswa di nêv amê
Ez im enqa ketim damê, bi zulfa ser li xal danê
Bi zulfa hate serxalan, bi nefsa tîtik û alan
Dil û canê me ebdalan di bit dîsa di talanê
Di talanê ku sed ser çûn, hezaran genc û gewher çûn
Dilê sed pare ker-ker çûn, Tu „ Xanî „ beske efkanê