A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Her Dinalim
1813 Xwendin
10 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Her Dinalim

Her dinalim şev û rojan, meger ez Eyyûb im ez
Hêstiran her vedimalim, meger ez Yequb im ez

Bigirin dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in
Wer bi pêçin bi cefayê xwe, ku ez mektûbim ez

Hindekî xem hene daîm li min ew vêk dikevin
Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez

Xem, telebkarê meye, em xo telebkarê dîyar
Weh tilismê telebim ez, talib û metlûbim ez

Eceb îqbalî ji bo min nihe “ Xanî “ ku li bal
Padîşahê xem û derdan, wehe ez merxûbim ez