A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Fî Beyanî El Eeqîde We Tewhîd
441 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Fî Beyanî El Eeqîde We Tewhîd

Di vê parçeya hêja de Ehmedê Xanî li ser atomê jî radiweste gava dibêje:

“ Eger tiştekî pir mucezza bikin
Qebûl naket êdî tecezza bikin
Heyûla tu nînin eedîm û eedîm
Dinê kafir e ê dibêjin qedîm..”

Li ba te muheqeq bitin ev cewab
Duhî gote min hatif bê h’îcab

Se ehmedo thenake (????? ???? ) bî qewlîn seh’îh’
Li tewhîdê Barî(??????) bi lefzê fesîh’

Xwedê yek e, bê hevrêyo bê heval
Ne meezoliye, ne mirin, ne zewal

Ne esl û ne fesl e, ne da û ne bab
Heye û heyîna wî nabit hîsab

Ji bo wî tunîn cîhat mekan
Ne manend û mîthal û hemta nîşan

Mekanan mebîne ji bo wî rewa
Nîhayet eelel eerşî qed îstewa

Li wî ra neborîn ne weqt û zeman
Ne sal û ne mah û ne h’în û ne an

Ebed wî hebîtin ezel her heye
Di dunya û u’qba xudanê me ye

Ewî afirînand dem û cumle xelq
Nihin xeyrê û qet tu xaliq bi heq

Resûlê di wî cumle heq in temam
Xisûsen Muhammed eleyhîsselam

Ku ser defter cumle aalim ew e
Nibowete mektûb û xatem ew e

Xwedê aferînand ji bo w î felek
Ji bo xidmeta wî şiyandî melek

Ku qura’n ji eerşan digel wî hinar
Ji boyî h’ebîbê xwe îxtiyar

Ji bal xwe buraqek ji wî ra şiyand
Li zînek muzeyyen ew roniyand

Buraq digel refrefê dest bi dest
Bi emrê Xwedê ew birin pîşê dest

Di heft asîmanan Xwedê ew gerand
Helanîn Xwedê perde, rakir nîqab

Cemala Xwedê dît ewî bê h’îcab
Du caran bi çavan cemala wî dît

Lê derrê (?? ????? ) melaê dibêjin nedît
Mebe sebebê munkîrê qed rea (?? ???)

Ji xelqê tumaron eela ma yera (?????? ??? ?? ???)
Eger tu dibêjî li ku dî Xweda

Xwedê ku li nik Sîdretulmunteha (???? ???????)
Muh’eqeq bizan wî Xwedê dîtiye

Nîhayet nizanit h’eqîqet çiye
Ji bo wî tu nine ne mîthal û şebîh

Kesê wesf biket dê çi bêjit bedîh
Sîfat di sebee(???) ji bo Zulcelal

Bizane heftin ê aarifê bîlkemal
Heyat û Zanîn, Qudret û Vînê, Kelam

Bihîstin digel Dîtinê bû temam
Qedîm in wekî zatê cumle ê zat

Xwedê nîne cewher, ne cîsm û ne eered
Ne kul, ne beed bizan bê xered

Eger bê guneh me mueezzeb biket
Ji bo wî heye me mueezzeb biket

Rewa ye biket ew li eebdî meşaq
Bi qehra xwe teklîfê ma la yutaq (?? ?? ????)

Bi zulmê eger ew tekelluf biket
Di mulkê xwe da ew teserruf diket

Li me ferd e her çî ji bow î bikêr
Ne ferd e li wî ya ji bo me bi xêr

Iradet diket ew bi xêr û şeran
Rida nîne emma bi fîîla şeran

Bizan bende muxtarê fîîla xwe ye
Ne xaliq ne mecbûrê fîîla xwe ye

Muwafiq nebin qewl û niyyet, eemel
Li ba me dimînit îman bi xelel

Mirovê bi îman di dojê muqîm
Namînit bizan tu h’ekîm

Musilman bi qetl û zînayî tu car
Ne kafir dibit ne muxelled di nar (??? )

Ji meesiyetan wacib e tewbe zû
Guneh nine tewbe divîtin li dû

Ne meezûr e cahil ku xafil bitin
Ji Xaliq bi cehla xwe xafil bitin

Mirovê nizane delîlan durist
Dibêjin bi teqlîdê îman durist

Di weqtê eezaba Xwedê ket nizûl
Bi ser kafiran danîne îman qebûl

Wekî ji bo aasiyan nîne tewbe ricû’ (????)
Ji weqta kî roj ji mexreb be tilû’ (????)

Ji fîîla gunahan nebî ne berî (????)
Ji qîsmê jinan nine pêxemberî

Weliyan keramet dikin jê zuhûr
Dikin herfê aadet gelek jê sudûr

Xwedê dê bibînin musilman bi çav
Wekî li sayî bitin hîva şivav

Ji bîr dê bikin nîîmeta cennetê
Wekî bi dest keve dewleta riwiyyetê

Betal e tenasux, meh’al e h’ilûl
Meke îîtîh’ada du tiştan qebûl

Eger tiştekî pir mucezza bikin
Qebûl naket êdî tecezza bikin

Heyûla tu nînin eedîm û eedîm
Denî kafir e ê dibêjin qedîm

Meke lic (1) di Luqman û Iskenderî
Ji bo wan ne meerûf e pêxemberî

Yezîd î mirî leenetê lê meke
Be lebed (2) xebîsî xwe têkil meke

Melayîk şeyatîn Cînan û wicûd
Heyin ta negê bona wan cih’ûd (????)

Wekî yek in ev herdu pîşk temam
Di rizqî te yêd h’elal û h’eram

Bêjme te fedla seha’bê Resûl
Bi can bawere bi dil ke qebûl

Ebo Bekir sedîq e yar e şefîq
Ew thanî (???? ?????) îthnan di xarê (???) refîq

Ji ewwil di fedla sehab sermed ew e
Kerîm û eezîz sah’ib keramet ew e

Di pê wî bi h’eq U’mer dîn penah
Bi feth’ê di wî şane xundkar (3)

Xîlafet kemer ji bo mecala wî best
Ji h’ukmê wî pişta muxalif şikest

Di pê wî ve Osman bi h’eq bû h’ekîm
Ji Kerrarî (4) efdeltir e bê guman
Eve îîtîqada me der h’eqê wan

Di pê wan Elî sahibê Zulfîqar
Suwarê li Duldul şehê namdar

Tefewuq li serî di mayî heye
Bi meena birayê Resûlê me ye

şefaeet dikin ewliya û enbiya
Bi îzna Xwedê bo kesê eşqiya

Di xeybê h’idorê duaa ye ether (??? ?? ???)
Dibînit ji bora eyaba (?????) xeber

Bi fîîlê di qenc tu meke minnetê
Bi fedla Xwedê dê biçî cennetê

Bihişt û cehennem heyin vê demê
Fena nabin ew naçine eedemê

Yeqîn dê bibîtin di Yewmilqiyam (??? ??????)
Hîsaba h’elalî û eezaba h’eram

Ji bo ehlê xeyran necat û rîda
Ji bo ehlê şeran îîqab û ceza

Di qebrê da dê bit ji xelqê mirî
Suala Nekîrî digel Munkerî

Di h’eşrê teraz (5) û mîzan heye
Xerabî û qencî û kêşan (6) heye

Sîrat ew pira bi xewf û xeter
Cemîîê xelaîq dikin lê nezer

Cehennem li bin da û cennet li pêş
Li ser wê îlahî tu destim bikêş

Weger ne (7) ez î mucrimê bed eemel (???)
Dizanim ku dê bîte ser min xelel

Bi fîîlê di min ya îlahî neke
Digel min bi îh’san û lutfa xwe ke

Min û cumle ummeta Mustefa
Bibî cennet tabîêê (?????) Mustefa

(1) Lic: Cîdal
(2) Lebed: Xebaset
(3) Li ber peyva xundkar (sah) hatiye nivisandin û xuyaye ev peyva rastir e di vir de
(4) Kerrar : Imam Elî ye
(5) Teraz: Mîzan
(6) Kêsan: Hesab û lêpirsîn
(7) Weger ne: Eger ne, Heger ne