A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ehmedê Xanî - Ey Dirîxa!
505 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ehmedê Xanî - Ey Dirîxa!

Ey dirîxa! Ma me tenha ez ji şemsa xawerê
Xan û man têk bûne zulmet, paşî wê dêm enwerê

Paşî lêvên wê venaxum mutleq ava Kewserê
Min nevê dunya bi carek, piştî wê sîmîn berê

Ger bizanim ez di hesrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê pê çi kem! Pê wer bi kem xakisterê

Sed texabun! çu ji bal min ew hebîna çav belek
Ah û efxanê ji min daîm di çûn çerxa felek

Hem ji ber feryadê min aciz dibûn îns û melek
Mam di qeyda dax û derdan pasî wî zulfên xelek

Hîcreta yarê bihatim subhê findê şu’ledar
Ketme sêla îştîyaqê, ji-htiraqê bûme nar

Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim têkve bûm xubar
Min nevê dunya bi carek piştî wê çavî xummar

Ger di hîna ez wefat kim, bête ser min Ezraîl
Mujdeya xuldê bidet min hem di wê geh Cibraîl

Xidr û îlyas hem bibîtin her ji boy min re delîl
Dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser, Selsebîl

çerxê kec reftarî waweyla! Ku ez talan kirim
Ser bi gerdan bûm û lêkin zêde sergerdan kirim

Bê dil û şuxl û hewes, carek ku bê iz’an kirin
Zêde wê bê murwetê ev reng ku ez talan kirim

Zînîhar! Ey dosîtan wextê dikim ez hîcretê
Wan du mîsraan kîtabet kin li belgê kaxetê

Da di dest min da senet bit ew di hîyna hezretê
Wesfê halê min bibêjin ew di wextê wesletê

Xanîya ta key bibêjî ev sual û ev cewab!
Ew ji wî sadir bûye ey bê edeb, ey bê hîcab!

Ew qedaya barîye, razî bibe ey mal xirab!
Belkî bîtin mûcibê narê ji bo te ew xitab